QSD li Dêrezorê pêş dikeve: Gundê Fekê hat rizgarkirin

  • 5 Pûşper 2018 | Nûçe

 

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya berdewamiya wê hat ragihandin û herêmên di bin dagirkeriya DAIŞê yên li başûrê Hesekê ji xwe re dike armanc, şervanên QSDê ji du milan ve nêzî 4 kîlometre pêş ketin. Armanca sereke rizgarkirina bajarokê Daşîşa ye.

 

Gundê Fekê ya ku dikeve 15 kîlometre başûrê Şedadê tevî 3 mezraayên li derdor bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Ruxmê ku DAIŞ bi rêbazên cûrbecûr hewl dide pêşketina şervanan ya li herêmê asteng bike jî tê dîtin ku şervanên QSDê bi awayeke serkeftî pêş de diçin. Hemû hewldanên êrîş û kemînkirina çeteyên DAIŞê ji alî şervanan ve hate vala derxistin.

 

Şervanekî ji Şedadê bi navê Kebar dibêje ku “Armanca sereke hebûna DAIŞê li herêmê bi temamî qedandin e.” Kebar herwiha anî ziman ku ev operasyon heta ku gelê herêmê ji zilm û zordariya DAIŞê werin azadkirin wê bidome.

 

Fermandarê QSDê yê ku operasyonê birêve dibe got ku DAIŞ ji çandina mayinan heya sîvîlan weke mertalên zindî bikaranînê, ji bo ku pêşketina wan bidin sekinandin bi her awayî rêbaz diceribîne.

 

Operasyon ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hatibû sekinandin. Hate çavdêrkirin ku DAIŞa vê pêvajoyê ji xwe re weke derfet dît, faalîyetên xwe di başûrê Hesekê de zêdetir kir û hewl da xwe komî serhev bike. Di operasyona Bagera Cizîrê de armanca sereke hebûna DAIŞê ya li başûr-başûrrojhilatê Hesekê bi temamî tunekirin e.

 

Navenda Ragihdandin û Çapemeniya YPG | 5 Pûşper 2018

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022