Li Efrînê 15 leşker û çete hatin kuştin

  • 15 Pûşper 2018 | Daxuyanî

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li hember yekîneyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

 

Şeva 13ê Pûşperê li ser rêya di navbera gundên Qîmarê û Beradê yên girêdayî navçeya Şêrawa, hêzên me seyareyeke leşkerî ya koma çeteyên Firqet Hemze hedef girtin û di encama çalakiyê de seyare tevî 3 çeteyên tê de hate îmhakirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Mistefa el Ebdillah – Heleb, Mihemmed Xalid el Mehmûd – Cebel Zawiye, Ehmed Ebu Cerrah.
 
13ê Pûşperê di saetên sibê de, yekîneyên artêşa dagirker û çeteyên wê yên ku li gundê Xalta ya navenda bajarê Efrînê bicîh bûbûn ji alî hêzên me ve bi awayekî bi bandor hatin hedef girtin, di encama çalakiyê de seyareyeke leşkerî hate îmhakirin, yek jê leşker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê seyareyeke zirxî ya ku xwest mudaxele bike ji alî yekîneya me ve hate hedef girtin û seyare tevî çeteyên tê de hate îmhakirin. Hejmara çeteyên ku di seyareyê de hatin kuştin nehat zelalkirin.
 
Hejmara çete û leşkerên ku ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk a dagirker heya niha gihîşt 2479an.
 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Pûşper 2018