Li Efrînê 5 dagirker hatin kuştin

  • 7 Tîrmeh 2018 | Daxuyanî

Di dîroka 3’ê Tîrmehê de hêzên me konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Kefer Cenê ya navçeya Şera, Efrîn hedef girtin. Di encamê çalakiyê de du leşkerên ku yek ji wan çawişê pispor e hatin kuştin. Navên leşkerên ku hatine kuştin wiha ye:

 

Muhammed Kara

Orhan Demir

 

 

Piştî çalakiya serkeftî artêşa dagirker bi tevlîbûna çeteyên xwe li herêmê operasyoneke berfireh da destpê kirin. Piştî demeke kurt operasyon bê encam vekişiya.

 

Di dîroka 6’ê Tîrmeh’ê de artêşa Tirk a dagirker, li ser agahî û îxbarkirina gundiyekî,  bi tevlîbûna çeteyên Ehrar Şerqiye li gundê Şadiya ya navçeya Raco operasyoneke berfireh da destpê kirin. Li herêmê di saet 05:00’ê sibehê de pevçûn destpê kir û heya seet 10:00 berdewam kir. Di encama pevçûnên giran de 3 çete hatin kuştin, du çete bi giranî brîndar bûn. Yek ji çeteyên ku hatiye kuştin kesekî bi navê İsmaîl yê ji Dêrezor’ê ye. Herwiha du rêhevalên me piştî berxwedaneke bêhempa gihîştin şehadetê, hevalekî me jî bi brîndarî dîl ket destê dagirkeran.

 

Em bi raya giştî re parve dikin ku em gihîştine nasnameya ew kesê ku îxbar kiriye û bi hêzên dagirker re li hember gelê xwe hevkarî dike. Em soz didin ku ew kes wê bi awayekî giran were ceza kirin û xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Em careke din dubare dikin ku herkesê li Efrînê bi hêzên dagirkeriyê re di nav hevkariyê de ye, ji bo hêzên me hedefên rewa ne.

 

Bi çalakî û pevçûnên dawî, hejmara kuştiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê heya niha gihîşt 2504’an.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Tîrmeh 2018