Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

  • 20 Îlon 2018 | Daxuyanî

 

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di dîroka 19’ê Îlonê de di çalakiyên ku li navçeyên Cindirêsê û Şiyê yên ser bi Efrînê hatyin lidarxistin de 4 çete hatin kuştin.

 

Di roja 19’ê Îlonê de hêzên me li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyên girêdayî koma Ehrar el-Şam hedef girtin û bi bandor lêdan. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete brîndar bûn. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: İbrahîm el-Rabîa (Hama), Atta el-Musa (Hama).

 

Di heman rojê de yekîneyên me li gundê Hekîçê ya navçeya Şiyê ya ser bi Efrînê ve li hember 2 çeteyên girêdayî koma bi navê Lîwa el-Waqas çalakiya kêmîn pêk anîn. Di encama çalakiyê de her dû çete hatin kuştin û çekeke MG3 hate desteserkirin.

 

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2018