Ji çapemenî û raya giştî re!

  • 26 Çile 2019 | Daxuyanî

Weke Fermandariya Giştî ya YPG, di vê pêvajoya hesas û dîrokî de dem bi dem têkildarî hinek mijaran de em daxuyaniyan parve dikin. Daxuyaniyên me yên fermî, bi rêya malper û torên civakî yên Navenda Ragihandina YPG bi çapemenî re tên parvekirin. Di bala me de ye ku di demên dawî de li ser navê endamê Fermandariya Giştî Sîpan Hemo, bi rêya hin hesabên torên civakî agahî tên belavkirin.

 

Tu hesabên şexsî yên endamên Fermandariya YPG li ser torên civakî nîne û tiştên ku bi rêya wan hesaban tê gotin, têkiliya xwe bi Fermandariya YPG re nîne.

 

Ji bo agahdariya raya giştî.

 

Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2019