Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

  • 09 Mijdar 2017 | Daxuyanî

 

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê bê navber berdewam dikin. Di 7 rojên derbasbûyî de jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser gundewarên navçeyên Kantona Efrîna berdewam kirin. Ji aliyê din ve gundiyên ku dixwestin herin nav zeviyên xwe hatin gullebarankirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan hemû êrişên çeteyan û parastina gundiyên ku di nava zeviyên xwe de rastî gullebarana çeteyan hatin kirin.

 

Encamên êriş û pinpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

 

   Di dîroka 01.11.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên navîn, doçka û topên hawanê êrişî gundên Dîkmedaş, Girê Qestelê, Eyn Deqnê, Girê Barîn, Girê Bedirxan, Girê Botan, Girê Bahoz, Belûniyê û Girê Baxtiyar yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên giran û çekên navîn bersiv dan êrişa çeteyan. Di encam de çeteyek girêdayî artêşa Tirk birîndar bû.

 

   Di dîroka 02.11.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên kannas, doçka, BKC û topên hawanê êrişî Girê Qestelê, Eyn Deqnê, Basûfanê, Girê Barîn, Girê Botan, Girê Bêiyê, Girê Banî, Girê Baxtiyar û Girê Bedirxan yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên giran, çekên navîn û çekên ferdî bersiv dan êrişa çeteyan û şer derket. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

 

   Di dîroka 03.11.2017de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û BKC êrişî Girê Dîkmedaşê, Merenaz, Eyn Deqnê, Girê Qestelê, Basûfanê, Başemrê û Girê Barîn yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de li eniya Girê Baxtiyar û Girê Şehît Şîlan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê dema ku gundiyan xwest herin nav zeviyên xwe rastî êrişa çeteyan hatin û çeteyan gulle reşand ser gundiyan. Hêzên me jî di heman demî de bi çekên giran û çekên navîn bersiva êrişa çeteyan dan û parastina gel kirin.

 

   Di dîroka 04.11.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên navîn, BKC û topên hawanê êrişî Dîkmedaş, Girê Qestelê, Xedamat, Eyn Deqnê, Basûfanê û Girê Baz yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de li eniya Girê Başûr yê girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê dema ku gundiyan xwestin herin nav zeviyên xwe rastî gullebarana çeteyan hatin. Hêzên me jî di heman demî de bi çekên giran bersiv dan êrişa çeteyan û parastina gundiyan hat kirin.

 

   Di dîroka 05.11.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran, çekên navîn û topên hawanê êrişî Eyn Deqnê, Merenazê, Girê Qestelê û Girê Banî yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

 

   Di dîroka 06.11.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, çekên BKC û topên hawanê êrişî Dîkmedaş, Girê Qestelê, Merenazê, Başemrê, Girê Banî, Girê Başûr û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî bi heman çekan bersiv dan êrişa çeteyan.

 

   Di dîroka 07.11.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC, çekên doçka û topên hawanê êrişî Girê Qestelê, Eleqînê, Merenazê, Eyn Deqnê, Belûniyê, Bircikê Silêman, Girê Baflon û Girê Başûr yên Kantona Efrînê kirin û hêzên me jî di heman demî de bersiv dan êrişa çeteyan. Her weha di heman rojî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi fuze êrişî Girê Baz kirin. Di encam de rewşek neyînî nehat jiyankirin.

 

Navenda Ragihandina YPG | 09 Mijdar 2017