Daxuyanî

Daxuyanî

Daxuyanî

Em 10 salîya Şoreşa Rojava ji mirovahîyê re pîroz dikin

Fermandarîya Giştî a YPG | 19ê Tîrmehê 2022

Di salvegera 10’emîn de em Şoreşa Azadîyê a 19ê Tîrmehê Dİ serî de li Rêber APO, li şehîdên xwe, li gelên xwe yên herêmê, li şervanê xwe û li tevahî mirovahîyê pîroz dikin. Şoreşa Azadîyê a Rojava li ser hîmên paradigmaya Rêber APO û bi kedên bi hezaran şehîdan û dildarên wê 10 salê xwe bi gelek dersên dîrok dihewîne temam kir. Ti şoreşan de nehat dîtin ku wek şoreşa Rojava di 10 salên xwe yên destpêkê de ewqas bi zor û zehmetîyê ra rûbirû bimîne. Ji ber vê yekê şoreşa me ji vê hêlê de mînakeke yekane ye. Her çi qas kêm û kurtasîyên xwe di pratîkê de hebin jî li hember her cûre êrîşên dijber ra li ber xwe da û paradîgmaya azadîyê di her qadê de jîyanî kir.

Daxuyanî

Di encama çalakiyên tolhildana Şehîd Rojhat û Şehîd Dogan de 19 dagirker hatin kuştin, 12 dagirker jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Îlon 2022

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser heremên me zêdetir kiriye. Êrişên topbaranê her roj berdewam dikin. Dîsa êrişên bi balafirên bêmirov tên lidar xistin. Herî dawî di roja 16’ê Îlonê de li Eyn Îsa artêşa Tirk a dagirker êrişek bi balafirên bêmirov lidar xistibû. Di encama vê êrişê de rêhevalên me, fermandarên hêja Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos şehîd ketibûn. Ji bo bersivdayina van êrişan û ji bo tolhildana Şehîd Rojhat û Şehîd Doxan, di rojên 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de, li heremên dagirkirî 5 çalakiyên tolhildanê hatin lidar xistin.

Daxuyanî

Hewldanek êrişê ya DAIŞê vala hat derxistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Cotmeha 2022

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember heremên me, şaneyên DAIŞê jî ketin nav liv û tevgerê. Êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tên kirin, ji bo bermahiyên DAIŞê dibin firsenda ji nû ve xwe rêxistinkirinê û di hinek deveran de hewldanên çalakiyan dikin.

Daxuyanî

Daxûyanî ji bo teqîna li Stembolê

14 Mijdar 2022

Li roja Yekşemê, bajarê Stembol bû şahidê bûyera teqîneke terorîstî li cadeya Îstîklalê û di encam de welatiyên sivîl bûn qurbanî. Di heman demê de û bi awayekî lez partiyên AKP`ê û MHP`ê hêzên me sûcdar kirin û senaryoyeke nerealîst hûnandin da ku îdîayên xwe yên derewîn îspat bikin. Em temamî red dikin wan îdîayan derewîn û ti pêwendî û têkiliyên me bi berpirsê êrişa terorîstî ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye. Hemû cîhan dizane ku rêbaza hêzên me têkoşîn û parastina mafên gel û şerê li dijî terorê ye û her operasyonên ku sivîlan dikin hedef şermezar dike.

Daxuyanî

Di pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de 2 hezar û 480 km2 hat rizgarkirin

16 Çile 2017

Di pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de 2 hezar û 480 km2 hat rizgarkirin

Daxuyanî

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Weke tê zanîn ku roja 14'ê Çileyê 11'emîn salvegera şehadeta damezrînerê Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û avakerê sîstema parastin û çanda xweparastinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Şehîd Xebat Dêrik e. Di serî de em şehîd Xebat û hevrêyên wî yên leheng bi bîr tînin û soza berdewamkirina rêya wan heta bigihêjin armancên ku ji bo wê gihîştine asta şehadetê, nû dikin.

Daxuyanî

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em salvegera dîrokî ya 8. a rizgarkirina bajarê Kobanê pêşwazî dikin. Em vê rojê li tevahî lehengên ku bê teredut, bi ruhek fedaî û bi berpirsyariyek netewî sînge sîng li dijî çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê şer kirin û gihan asta şehadetê pîroz dikin. Her wiha em li Rêber APO, li gelê Kobanê, tevahî gelê Kurdistanî û li cîhanê, vê serkeftina dîrokî pîroz dikin.

Daxuyanî

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em salvegera şehadeta Fermandarê cengên giran, rêheval Karker Êrîş ku di 18’ê Adara 2018’an de tevlê karwanên nemiran bûbû, pêşwazî dikin. Fermandar Karker yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û fermandarê Berxwedana Serdemê ya bajarê Efrînê bû. Bi boneya şehadeta fermandar Karker, em tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan nû dikin.

Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Li ser şoreşa 19ê Tîrmehê 8 sal derbas bûn. Di salvegera 8’emîn ya şoreşê de rexmê hemû êrîşên dagirkeriyê şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê hêviyek mezin avakir. Jiyanî kirina paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî gav bi gav bi xwîna şehîdên leheng tê hûnandin.

Daxuyanî

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022

Em di serî de salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û fermandarê me şehîd Xebat Dêrik bi rêz û bi minetdarî bi bîr tînin. Ji destpêka mirovahiyê heta roja me ya îro di her avakirina welatekî ango destpêkirina şoreşekê de di nav wî gelî de mirovên xwedî cesaret, bi zane û xwedî taybetmendiyên pêşengê pê re ne, derdikevin. Ji bo şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mirovên heman xwedî van taybetmendiyan e derketin li ser dikê û çarenûsa gelê xwe guhertin. Yek ji wan pêşenga şoreşa me Şehîd Xebat Dêrik e.

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022