Şehîd
Şehîd

Em rêhevalên xwe Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Îlon 2022
Di roja 16’ê Îlonê de, li Eyn Îsa di encama êrişa balafirê bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker de rêhevalên me Rojhat Karakoçan û Doğan Amanos gihiştin asta şehadete.

Em hevalê xwe Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) di sala 5’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê | 26.09.2022
Têkoşîna azadiya Kurd îro bi bedelên giran gihiştiye karaktereke gerdûnî. Helbet her însanê ku me wekî bedel daye di dil û mêjiyê me de cih girtin. Şehîd Fîraz Dag jî yek ji wan hevalên me yê ku navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye û em tu carî ji bîr nekin. Ger îro têkoşîna me qaraqterekî gerdûnî bi dest xistibe, bêguman ev yek bi saya keda Şehîd Fîraz û bi hezaran şehîdên me ye. Lewma felsefeya me ya bingehîn a jiyanê ye ku em her tim şehîdên xwe bibîr bînin û bi bîranînên wan re bijîn. Şehîd Fîraz Dag jî weke şervanekî heqîqeteye ku têkoşîna wî di mêjiyê me de cihê xwe girtiye û divê ji nifşên pêşerojê re were gotin.

Em rêhevalê xwe fermandar Koçero Batman bi rêzdarî bibîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 06 Îlon 2022
Di rojên dawî de li bajarê Kobanî di encama êrîşa balafirên bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker de, hevalê me fermandar Koçero Batman tevlê karwanên şehîdan bû. Rêhevalê me Koçero di sala 1983’an de, li bakûrê Kurdistanê bajarê Êlihê di nav malbateke welatparêz de hate dinyayê. Bajarê Êlihê ji ber welatparêziya xwe her tim di hedefa dijmin de bû. Dijmin li hember gelê me yê Êlihê bi her cureyên şer êrîş kir. Her êrîşeke dijmin dibû sedema berxwedaniyeke hîn mezintir. Ji bo vê, her çiqas dijmin pir mezin êrîş bike jî, gelê me ti carî li hember van êrîşan serî netewand. Ji ber vê taybetmediya xwe, bajarê Êlihê di têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de her tim bû xwedî cihekî taybet. Her ku têkoşîna gelê Kurd mezin dibû, ji Êlihê jî gelek mirovên welatparêz di vê tekoşînê de cihê xwe digirtin. Gelek ji van di têkoşîna azadiyê de bi awayek fedaiyane pêşengtî kirin.

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022
Di 3’ê Kanûnê de li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya balafira keşfê a dewleta Tirk a dagirker seyareyeke a ku 2 hevrêyên me têde bûn, kir hedef. Di encama êrîşê de hevrêyên me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed şehîd ketin. Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta ku serî de qirkirina gelê Kurd û gelên azadîxwaz a herêmê kiriye hedef bi salan e êrîşên cûrbicûr li ser axa me pêktîne. Ji sala 2021’an ve êrîşên xwe bi zêdetir bi balafirên keşfê hem şervan û hem jî gelê me yê sivîl dike hedef û êrîşan lidar dixe. Ji 19’ê şeva Mijdarê ve jî bi seranserî axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên şer û keşfê bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker. Hinceta van êrîşan bi temamî li ser mayîn û berdewamîya îqtîdara AKP û MHP’ê ye. Êrîşa dawî a li ser seyareya hêza me jî di vê çarçoveyê de ye.

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
Rêhevalê me Ebdirehman Kîlo bi nasnav Qehreman Şiyê di demek dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran re têdikoşiya lê di roja 12’ê Kanunê de tevî hemû hewldanên tibbî jî şehîd bû.

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022
Em nasnameya rêhevalê me Mihemed Celîl bi nasnav Aras Xalid ku di dema seferberiyê de hatibû û di Berxwedana Serdemê a Efrînê de di meha Sibatê de şehîd ketibû, ji gelê xwe û rayagiştî re parve dikin.

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023
Dewleta Tirk a qirker û dagirker, ji bo destkeftiyên Şoreşa Rojava berovajî bike, axa ku bi hezaran şehîdan xwîn rijandin ji bo aramiya gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Şoreşa Rojava hem bi rêyên komên çeteyên girêdayî xwe hem jî rasterast ew bi xwe êrîş kir û ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ewe ku ewlehî û aramiya herêmê xirab bike, gelê me ji aliyê fîzîkî ve ji qirkirinê derbas bike û di encamê de demografiya herêmê bide guherandin. Ji ber wê ji sala 2018’an vir ve dewleta Tirk a dagirker û qirker rasterast êrişî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023
Em ji sala 2013’an vir ve li hember komên çeteyên mîna Cebhet-el Nûsra, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke bêeman dimeşînin. Ji bo parastina nirxên şoreşa me derxistî holê bê parastin ne tenê gelê me yê herêmê, li çar parçeyên Kurdistanê û însanên dilê wan ji bo Rojava diavêje tevlî nav refên YPG û YPJ bûn. Hevrêyên me Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan ku her yek ji wan ji parçeyek welatê me ye û di dîrokên cûda de hatin tevlî nav refên hêza me bûn ku li dijî êrîşên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Ev hevrêyên me di demên cûda de dema ku li hember DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê şerkirin, gihiştibûn şehadetê. Ji ber şert û mercên şer yên li qadê nasnameya van hevrêyên me bi derengî be jî hatin zelalkirin û em ji gelê xwe û raya giştî re aşkera dikin.

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023
Yek ji sala herî dijwar têkoşîna me ya li dijî rêxistina terorî û çete a DAIŞ’ê sala 2014’an bû. Di vê salê de ji herêma Cizîrê heya herêma Firatê li gund û navçeyan heta li bajaran şerê sînge sîng hatin meşandin. Yek ji bajarê ku bi berxwedanîya xwe hat nasîn û lehengiyên mezin hatin jiyîn, bajarê Serêkaniyê bû. Her çiqas ji ber şert û mercên herêmê ku şer kêm nebû jî me hewldanek mezin da ku rêhevalên xwe yên ku şehîd ketin nasnameyên wan bi gelê xwe ra parve bikin. Rêhevalê me Diyar yek ji wan lehengan e, di vê salê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kir û şehîd ketibû.

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023
Rêhevalê me Mihemed Dede ku li herêma Helebê erk û berpirsyartiyê xwe pêk dianî, ev demeke bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya. Di bin venêrîna bijîşkan dihat tedawîkirin lê roj bi roj nexweşiya wî giran bû û di roja 9’ê Adarê de tevlî karwanên şehîdan bû.

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
