Şehîd

Şehîd

Şehîd

Şehîd Dilşêr Qamişlo - 10 Îlon

14 Îlon 2016

Li Rojava bi hezaran ciwan li her deverekî li hemberî çeteyên paşverû yên mîna DAIŞ û alîgirên wan heta dawiyê têkoşîn dikin

Şehîd

Şehîd Bahoz Til Temir - 12 Îlon 2016

12 Îlon 2016

Di şeva 6ê Îlonê de saet 22:00’an Artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser maşîneyeke hevalên me.

Şehîd

Şehîd Erdal Sorxîn (Senger Ebdulhekîm)

8 Îlon 2016

Wêrektiya ciwanên Kurd nîşaneya serkeftin di vê rêya dûr û dirêj ya azadiyê ye.

Şehîd

Şehidên Rizgariya Hesekê - Tebax 2016

28 Tebax 2016

Di 16'ê Tebaxê hêzên rejîma Sûrî û pêxwasên wê li sûka bajarê Hesekê careke din êrîşê welatiyên sivîl kirin.

Şehîd

Şehîdên Berxwedana Şedadê - Tebax 2016

31 Tebax 2016

Şoreşa Rojava û projeya federaliyê li Sûriyê bi gavên dîrokî re pêşketinên xwe mezintir dikê.

Şehîd

Şehîd Faris Xanê - 31 Tebax 2016

1 Îlon 2016

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di şexsê rêhavel Faris de em tevahî şehîdên Soreşa Rojava bi rûmet bi bîr tînin.

Şehîd

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Şoreşa Rojava ya ku bi bedelên giranbiha ve navê xwe li rûpelên dîroka mirovahiyê nivîsand, bi cengên xwe yên giran ve, bi destanên qehremanên xwe ve, bû şoreşa tevahî Kurdistan û cîhanê. Di nava van deh salên şoreşê de bi hezaran ciwanên Kurd beşdarî nava refên şoreşa azadiyê bûn û li hemberî hêzên çete û dagirker canê xwe kirin mertal. Tevahî cîhanê şahidî ji lehengiya şervanên YPJ-YPG’ê re kirin. Şahidî ji lehengiya Arîn, Îlan û Gelhat’an re kir. Her şervan û fermandarek YPG bê teredut, bi wêrekiyeke mezin destûr nedan ku hêzên çete û dagirker destê xwe dirêjî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Gav bi gav ev xakên pîroz ji çeteyên DAİŞ’ê rizgar kirin.

Şehîd

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Di 12'ê Tîrmehê 2022’an de, hevrêyê me Cûdî li herêma Helebê di encama qezayê de şehîd ket. Hevrêyê me Cûdî ji bajarê Efrînê di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Piştî dagirkirina Efrînê bi malbatê xwe re koçî herêma Şehbayê kir. Cihê ku lê dayik bûye û mezin bûye dema ku dibîne di dest dijmin de ye, ev yek bandoreke neyînî li ser çêdike lê hêrsa wî ya li hember dijmin zêdetir dibe. Di emrê xwe yê ciwan û di dema xwe ya kurt a di nav hêzê me da bi coşeke mezin tevlî kar bû.

Şehîd

Em rêhevalê xwe Çîya Qendîl ê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 21’ê Tebaxa 2022’yan

Rêhevalê me Nîdal Mislim bi nasnav Çîya Qendîl, di dîroka 19’ê Tebaxa 2022’yan de li bajarê Helebê di encama qezaya perwerdehîyê de şehîd bû. Bajarê Helebê her çi qas ne bajarekî Kurdistanê be jî gelê me yê Kurd ê vî warî di alîyê çandî û xwebûnê de xwe parastine. Li hember zilm û zordarîyê, li hember êrîşên li ser xwe refleksa dijberîyê raber kirine. Ev çanda xweparastinê fêrî zarokên xwe jî kirine.

Şehîd

Em rêhevalê xwe Merwan Derbandîxan ê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Îlona 2022’yan

Rêhevalê me Merwan Derbendîxan sala 1999’an li mintiqeya Derbendîxanê a bi ser Silêmanî ye hatî dinê. Weke her Kurdekî ji bo berpirsyarîyên xwe yê li hember gelê xwe pêk bînê sala 2017’an tevlî nav refên hêzên me bû. Rêheval Merwan jî wek her şervanekî/a me û weke her mirovekî bi ax û gelê xwe ra girêdayî, barê şoreşê girt li ser milên xwe û bû têkoşerek û rêwîyekî têkoşîna azadîyê.