Şehîd
Şehîd

Em rêhevalê xwe Agir Efrîn birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Kanun 2021
Rêhevalê me Agir Efrîn li roja 23ê Kanunê di encama nexweşiyê de gihişt şehadetê. Rêheval Agir li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Piştê ku Efrîn hat dagirkirin wekî ciwanek birûmet ji bo rizgarkirina Efrînê, ji bo ku ji dagirkeriyê tolê bistîne tevlî refên me bû.

Em rêhevalên xwe Roj û Şervan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Kanun 2021
Têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistan û bakur rojhilatê Sûriyê, îro berxwedana xwe ya dîrokî ku li hember her cure paşverûtî û dagirkeriyê dimeşîne bi awayekî bêhempa berdewam dike. Nirxên me yên esasî ku hiştin ev şoreş pêş bikeve û bigihijê vê astê şehîdên me ne û em di şexsê Şehîd Roj û Şehîd Şervan de tevahî şehîdên xwe yên leheng carek din bi rêzdarî bibîr tînin.

Em rêhevalê xwe Tekoşer Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14 Kanûn 2020

Em rêhevalê xwe Cahîd Reqa bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Mijdar 2021
Rêhevalê me Cahîd Reqa li roja 22ê Mijdarê, li Hesekê, di encama qezayê de gihişt şehadetê. Rêheval Cahîd li bajarê Reqa, di nav malbatek Ereb de hat dinyayê.

Em rêhevalên xwe Gelî û Amed ku temsîla fedakariyê bûn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Mijdar 2021
Têkoşîna şoreşê ya Bakur Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, di encama pêngavên dîrokî ya berxwedaniyê de îro li pêş çavê gelên cîhanê qehremantiyekî destanî ya mînaka wê nehatiye dîtin derxistiye holê. Ev destanên qehremantiyê bi hêviyên azadiyê ya gelê me ve bû yekpare û bi xeyala welatekî azad ve tacîdar bû. Zarokên mêrxwas yên gelê Kurdistanê di oxira pêkanîna vê xeyalê mezin de canê xwe bexişandin, di dilê gelê me û mirovahiyê de cihekî mezin girtin.

Em rêhevalên xwe Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Îlon 2021
Rêhevalê me Şiyar Hesekê li roja 25ê Îlonê, Cemal Şikakî jî li roja 27ê Îlonê, li Hesekê ji ber nexweşiyê gihiştin şehadetê.

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021
Li roja 26ê Tebaxê, hevalê me Hogir Narîn Botan di encama nexweşiyê de, li Hesekê gihişt şehadetê. Rêheval Hogir di malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Di demek ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakûrê Suriyê pêş diket, tevlî refên me bû. Heval Hogir bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedakar û mutevazî dihat nasîn û di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast. Rêheval Hogir heta kêliya dawî bi berpirsiyartiyek mezin tevli kar û xebatên şoreşê bû û erkên xwe bi azweriyek mezin bi cîh anî.

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021
Şoreşa Rojava û Bakûr Rojhilatê Suriyê, îro bûye çavkaniya azadî û bi hevre jiyankirina gelan. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her tim li hember vê pêvajoya avakirinê êrişan li dar xistine. Li pêş çavên hemû cihanê ev êriş pêş ketine û ewlehiya gelên herêmê ketiye bin xetereyê. Ev êriş îro jî berdewam dikin. Artêşa Tirk gelek caran rexmê agirbestê, êrişan li dar xistiye û di serî de welatiyên me yên sivîl, gelek însanên me di wan êrişan de jiyanên xwe ji dest dane. Li hember yekineyên me yên leşkerî jî gelek caran ji aliyê çeteyan ve êriş hatine li dar xistin û ev êriş vala hatine derxistin. Li roja 19ê Tebaxê, di seet 14:00 an de, di navbera rêka Qamişlo-Hesekê (Elî Fero) de, di encama êrişa balafirê keşfê de endamê Konseya Leşkerî ya YPG û ji fermandarên QSD rêheval Rênas Roj gihişt şehadetê.

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021
Rêhevalê me Dersim Munzur, li roja 3ê Tabaxê, li Hesekê di encama qezaya perwerdehiyê de gihişt şehadetê. Rêheval Dersim, li Kobanê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Bi bandorbûna kevneşopiya berxwedêr, tevli nav refên me bû. Rêheval Dersim, li hember paşverûtî û dagirkeriyê, bi biryardarî û zanebûneke mezin têkoşîn meşand. Heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anî.

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021
Rêheval Mazlum dema ku têkoşîna azadiyê li rojavayê Kurdistan û bakûrê Suriyê pêş diket tevli nav refên me bû. Bi bawerî û coşeke mezin kar û xebatên şoreşê meşand û hemû erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî.Em di şexsê rêheval Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
