Bîlançoya 13 rojên dawî ya êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker!

  • 30 Mijdar 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Di 13 rojên dawî de artêşa Tirk êrişên xwe bê navber berdewam kir.

 

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê bê navber berdewam dikin. Êriş bi piranî li ser gundewar û navçeyên Şêrawa, Cindirêsê û Bilbilê yên Kantona Efrînê pêk tên. Di encama bersivdayîna hêzên me de di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer û pevçûn derketin.

 

Ji dîroka di navbera 18 û 30ê Mijdarê de êrişên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi çekên wekî doçka, BKC, RPG-7, SPG-9, Tank, obûs û topên hawanê pêk tên. Êriş bi piranî li ser Girê Qestelê, Eleqînê, Basûfanê, Girê Banî, Girê Barîn, Merenaz, Girê Batman, Girê Bahoz, Girê Baz, Girê Bager, El Kamiyê, Girê Baxtiyar, Başemrê, Eyn Deqnê, eniya Kil Cibrîn, Girê Baflor, Gundê Zarê û Boxaza Gundê Zarê, Bircikê Silêman, Girê Başûr û Dîkmedaşê yên Kantona Efrînê pêk tên û di heman wextî de bi çekên giran û çekên navên rastî bersivdayîna hêzên me tên.

 

Di encama şer û pevçûnên ku di 13 rojên dawî de hatin jiyankirin de, li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin leşkerekî artêşa Tirk birîndar bû. Dibe ku kûştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî hîn zêdetir bin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Ji aliyê dîtir ve di encama van êrişan de şêniyên herêmê rastî zerarên maddî hatin. Dîsa gera balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser Kantona Efrînê, bi taybet jî li ser navçeyên Raco û Bilbilê berdewam kir.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Mijdar 2017