Yek ji werşa YPG ya hunerê: Mobîlya

  • 2 Sibat 2018 | Nûçe

Werşa Mobîliya ku endamên YPG tê de kar dikin bi imkan û derfetên kêm pêwistiyên navendên YPG û YPJ’ê yên weke derî, pencere, mase, kursî û hwd çê dike. Ev xebat ji aliyê çend endamên YPG’ê ve tê meşandin û rojê 12 saet karê xwe didin vê xebatê.

 

Xebatkar bi hemû hêza xwe tevdigerin û dan diyar kirin ku ev xebat weke alîkariyeke mezin li kêleka şerê ku li dijî terorê tê meşandin e.

 

Endamên YPG’ê ku di werşa Mûbîliya kar dikin li ser jiyana xwe wiha anîn li ser ziman: “Em ne tenê xebatkar in, kengî şer ji me bê xwestin jî em şervan in û emê li kêleka hevalên xwe li eniyên şer bin.”