Yek ji serçeteyên DAIŞ’ê yên girîng Adil Musa Ebdilcezar bi operasyoneke taybet hate girtin

  • 4 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Têkoşîna me li hember rêxistina terorî DAIŞ’a ku weke rêxistina herî tundraw ya dîrokê derket holê û bû belaya serê gelên Rojhilata Navîn û şoreşa Rojava û Bakûrê Sûriyê, bidestxistina serkeftiyên mezin re pêşve diçe. Em şer û tekoşîna ku ji bo parastina nirx û rûmeta mirovahî û gelê xwe dimeşînin de pêşveçûyîna DAIŞ’ê hatiye sekinandin, cîhên ku bi qirkirinê girtibû hatine rizgarkirin. Îro ev têkoşîna me bidestxistina serkeftinên girîng re berdewam dike.

 

Dî dîroka 11’ê Tebaxê 2018’an yek ji serçeteyên DAIŞ’ê bi nasnav Ebû Kerem yê navê wî rast Adil Musa Ebdilcezar (di pêvajoya dawî de navê Ebû Basil El Xezawî bikar aniye) yê ku di xebatên istixbaratê de kar kiriye û li bajarên weke Bab, Hema, Heleb, Idlib, Reqa, Meyadîn, Tebqa û Dera’yê de erk girtiye di encama operasyoneke taybet de hatiye girtin. Adil Musa Ebdilcezar di derheqê DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî dihat xwedîkirin û xurtkirin de gelek agahiyên girîng da.

 

Adil Musa Ebdilcezar di encama operasyoneke serkeftî ya ji aliyê hêza me Yekîneyên Antî-Teror (Y.A.T.) ve hat lidarxistin de bi saxî hat girtin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG | 4 Îlon 2018