Yek ji êrîşên Arteşa Tirk a herî dijwar li dijî Kobanê

  • 26ê Kanûna 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dike.

Yek jê êrîşên herî dijwar doh li dijî Kobanê hat lidarxistin. Arteşa Tirk di saetên siharê de bi çekên giran gundên Kaniya Kurda, Qeremox, Koran, Silipkiran, Carikli, Esafa, Yabse û Siluleh ên dikevin rojhilatê Kobanê hedef girt û bê serûber gulê reşandin. Di saetên nîvro de vê carê Arteşa Tirk çeperên hêzên me ya li gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê hedef girtin û bi çekên giran çeperan gulebaran kir. Saetên şevê de jî gundê Til Şeir ê dikeve rojavayê Kobanê bû hedefê êrîşê Arteşa Tirk.

 

Navenda Ragihandina YPG| 26ê Kanûna 2016