Yek Ji Damezrînerên Navenda Ragihandina YPG Şehîd Xerîb Welat ‘’Xerîb Reşo’’

  • 21 Nîsan 2017 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Me Şoreşgerê Bê Qisûr, Damezrînerê Ragihandina YPG Xerîb Welat Sipart Dilê Xwe

 

XERÎB WELAT Li Efrînê, navçeya Şera, gundê Sinkayê di sala 1992an çavên xwe li dinyayê vedike. Lawê Efrînê di malbatekî welatparêz de mezin dibe. Piştî ku xwendina xwe li dibistanên Efrînê diqedîne, berê xwe dide Helebê û li wir Enstîtuya Çandiniyê (Mehed Zîraî) dixwîne. Di sala 2012an, bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bayê 19ê Tîrmehê li xwe dipêçe; ciwanê 20 salî ala şoreşê bilind dike û bi hemû hêza xwe derbasî qada dîrokê dibe. Çeka xwe, kamîre û pênûsa xwe hildigire ser milê xwe û tevlî nava refên YPG dibe.

 

Di berxwedaniya 2012-2013an de li qadên şer, li Serêkaniyê û Rimêla Paşa devê tifinga wî sar nabe. Hevalê Xerîb dibîne ku tenê tifing têrê nake, divê kamîre û pênûsa wî jî sar nebin.

 

Di sala 2013an de derbasî qada ragihandinê dibe, rêheval Xerîb bi awayekî çalak tevdigere, bê westandin her li qadên şer dimîne, bi her sê çekên xwe tifing, pênûs û kamîre xwe ve berxwedaniyekî bê hempa dimeşîne û bi cîhanê re parve dike. Bi van xebatên xwe bingeha Navenda Ragihandina YPG dide avakirin. Çiqasî rêyekî bi zor û zehmetî be jî heval Xerîb bi vînekî ji agir û bi iradeyekî ji pola hemû astengiyan pûç dike û Navenda Ragihandina YPG ava dike. Kamîreya xwe bi çeka xwe re dike yek û her kêliyekî ji jiyana rêhevalên xwe radigihîne. Bi wêne û dîmenên ku dikşîne rûpelekî nû di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de dide nivîsandin. Lawikê ku çandinî dixwend niha tovê azadiyê diçîne û dara wî berhem dide.

 

Hevalê Xerîb her kêlî ji jiyana xwe, her tîpek ji zanebûna xwe, her dilopek ji xwîna xwe xistibû xizmeta şoreşê de. Soza şopandina rêya şehîdan dabû pêşiya xwe. Di sala 2014an de ji bo şehîdan bide nasîn û wan ji nû de bide jiyan kirin dest bi xebatekî pîroz dike. Li Navenda Ragihandina YPGê dest bi karê derhênertiyê dike; bernameya Cangoriyên Azadiyê amade dike. Di payîza 2014’an de bernameya Cangoriyên Azadiyê li ser ekranê Ronahî TV dest bi weşanê dike û heya roja îro jî dewam dike.

 

Hevalê Xerîb hemû hêza xwe dide vê bernameyê, soza ku daye şehîdan bi nivîs û dîmenan bi cih tîne. Barekî giran hildigire ser milê xwe û heya dawî jî ji bo vî karî bi ser bixe di nava liv û tevgerê de dimîne. Bi biryar û tekoşîna xwe, bi rihekî berpirsiyar û bi biryarekî xurt bê rawistandin ev karê pîroz dide meşandin.

 

Heval Xerîb di rêya şagirt û hevalên xwe, şehîdên ragihandina YPG; rêheval Mezlûm, Keder, Agirî û Arînan her tim li soza xwe xwedî derket, di her hemleyê de cihê xwe di eniyên herî pêş de girt, ji bo şopandina heqîqetê her tim amade bû ku di oxira wê de canê xwe jî bide. Rêya Rûmet, Bîrhat û Eylulan ji xwe re esas girt.

 

Ji destpêka Pêngava Xezeba Firatê ve ya ku di meha mijdara 2016an de destpê kiribû Hevalê Xerîb wekî endamê Navenda Ragihandina YPG’ê ev pêngav şopand û gav bi gav meşa şervanên azadiyê ji raya giştî û cihanê re radigihand. Roja 20’ê nîsana 2017an de, di eniyên pêş de, li gundê Em Tenek yê ku dikeve bakûr-rojavayê bajarê Reqqa de di encama teqîna mayinekê de hevalê Xerîb tevlî kerwana şehîdan dibe.

 

Hevalê Xerîb heya kêliya xwe ya dawî jî her tim bi rih û moralekî bilind di nav tevgerê de bû û bi rihê xwe yê bi berpirsiyar û fedakar bû mînaka rojnamegeriya azad û rihê şoreşa Rojava.

 

Nasnameya pakrewan Xerîb wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Xerîb Welat

Navê Rast: Xerîb Reşo

Navê Dayikê: Lemya

Navê Bav: Hemûş

Cihê Ji Dayîkbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Em El-Tenek, 20 Nîsan 2017

 

 

Fermandariya Giştî ya YPG| 21 Nîsan 2017