Yekîneyên Antî Teror pêşî li komkujiyê girtin.

  • 4 Çile 2018 | Nûçe

Di roja yekemîn a sala nû de, Yekîneyên Antî Teror yên YPG, bi operasyoneke taybet pêşî li komkujiyeke mezin girtin.

 

Yekîneyên Antî Teror yên li ser agahiya ku çeteyên DAIŞ’ê di amadekariya êrîşan de ne ketin tevgerê, operasyon lidar xistin. Di encam de 14 çete hatin kuştin. Hate zanîn ku çete di amadekariya êrîşên bombeyî yên li dijî sîvîlan bûn. Li gor vê, di serî de kampa penaberan a Mebrûka ku penaberên sîvîl û hin saziyên alîkariyê tê de ne û herwiha li dijî xalên asayîşê û çeperên YPG’ê wê êrîşên bombeyî bihata lidar xistin.

 

Roja 1’ê Çileyê, hêzên Yekîneyên Antî Teror, li gundê Keramê ya girêdayî Reqa, maleke ku çete tê de kom bibûn dorpêç kirin. Ji çeteyan hate xwestin ku xwe radest bikin, lê çeteyan gule reşandin. Piştî pevçûnan 14 çete hatin kuştin. Herwiha seyareyek bombebarkirî, gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî jî hatin desteserkirin.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Çile 2018