Yekîneyên Antî Teror (Y.A.T.) pêşiya êrîşeke terorî girt

  • 5 Cotmeh 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di dîroka 4’ê Cotmehê di navbera saeta 07:00-08:00’an de li bajarê Hesekê ji aliyê kesên nenas ve mayineke di bin seyareyeke girêdayî hêzên me hatiye bicîhkirin. Piştî ku yekîneyên me cihê mayinê keşifkir, koma pispora ya teqemeniyan xwe gihandiye cihê bûyerê û mayinê bêbandor kiriye. Ti windahiyek maddî û manewî nehatiye jiyankirin. Piştî bêbandorkirina mayinê bi armanca girtina kesên mayinê bicîh kiriye operasyona lêgerînê hat destpêkirin. Tevî mayina ku hat bêbandorkirin 3 kg maddeyên teqemeniyê, alavên teqemeniyê û telefonek hat desteserkirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5 Cotmeh 2018