Yekîneyên Çalakiyên Taybet yê YPG’ê pêşî qetlîamekî mezin girt

  • 20 Sibat 2018 | Nûçe

Roja 18’ê Sibatê saet 20:22’an li taxa Xerbî ya Qamişlo de encama teqîna erebeyekê de 4 welatî şehîd bûbûn. Di encama lêkolîna Yekîneyên Çalakiyên Taybet yê YPG’ê hat tespîtkirin ku ku ev erebe rasterast bi destê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî ve bi armanca qetlîamekî ji bajarê Cerablusê re hatiye şandin.

 

 

Îro piştî saetên nîvro careke din erebeyeke bombebarkirî li ser heman rê û bi heman armancî ji aliyê komên çete yê girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve li bajarê Hesekê hewl da qetlîamekî pêkbînin lê ji aliyê Yekîneyên Çalakiyên Taybet yê YPG’ê ve ev erebe hatiye şopandin û bêbandorkirin. Bêbandorkirina vê erebeyê bombebarkirî re Yekîneyên Çalakiyên Taybet yê YPG’ê pêşî qetlîamekî mezin girt.

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 20 Sibat 2018