YPG Bi Serokên Êlên Herêmê re Civiya

  • 20 Çile 2018 | Nûçe

Berdevkê YPGê Nurî Mehmûd bi serokên êlên herêmê re rêzecivînan pêk anî. Civînên ku bajarokê Til Koçer, Dêrik, Çilaxa, Girkêlegê û herêma Koçeratan pêk hatin de erk û berpirsiyartiya êlên herêmê hatin nîqaşkirin. Her wiha di civînan de biryardariya parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û Bakûrê Suriyê hatin ser ziman.

 

Di civînan de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û pişt re jî berdevkê YPG’ê Nurî Mahmûd ji bo berxwedaniya şeş salan û cih girtina wan a di vê şoreşê de spasiyê xwe li êlên herêmê kir.

Berdevkê YPG’ê balê kişand ser berxwedana Kobanê û bibîr xist û wiha berdewam kir “Hevkariya gel û civakê li Kobanê mizgîniya serkeftinê ji me re anî û heya gihişt Reqqayê. Di encama vê berxwedaniyê de DAÎŞ hat têkbirin.”

 

Berdevkê YPG’ê Nurî Mehmud di derbarê qonaxa piştî rizgarkirina Reqqa de jî axivî û destnîşan kir ku divê em bi hev re dîktatoriyê birûxînin.

 

Di civînê de çareseriya siyasî û demoqratîkbûna herêmê ket rojevê û serokên êlên herêmê di civînê de balê kişandin ser jiyana hevbeş ya gelên herêmê û ji bo avakirina Suriyekî demoqratîk girîngiya pêşxistina meclîs û komînan anîn ser ziman.

 

Di dawiya civînê de Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxwaziya berdewamkirina van civînan anî ser ziman.

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 20 Çile 2018