Xezeba Firatê dest bi qonaxa sêyemîn kir

  • 4 Sibat 2017 | Daxuyanî

Çalakiyên leşkerî ji bo rizgarkirina erdnîgariya Reqqayê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de çalakiyên leşkerî li rojavayê Reqqayê didomin. Di vê demê de em dest bi qonaxa sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê dikin û vê yekê radighînin.
 
Her ku çeteyên DIAŞ`ê ber bi tinebûne ve tên êrîşa wan li ser gel zêde dibe. Di pêngava sêyemîn de em ê bi desteka gelê xwe gundewarên rojhilatê Reqqayê rizgar bikin û dawî li zilma çeteyên DAIŞ`ê ya li ser gelê herêmê, bînin.
 
Her wiha bi alîkariya Şêxên êlan, Rûsipiyên herêmê û hêzên Hevbendiya Netewî yan, çi çi jî bi hêzên xwe yên taybet ku ciyê xwe di nava şer de digirin em ê Reqqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.
 
Hemû gurûpên ku tevlî pêngava yekemîn û duyemîn a hemleyên bibin dê dîse ciyê xwe di pêngava siyemîn a hemleya Xezeba Firatê de bigrin. Her wiha gelek ciwan ji herêmên nû hatine rizgarkirin û gurûpên leşkerî ku nû hatine avakirin, piştî ku perwerdeya leşkerî dîtine û çek rakirine dê tevlî qonaxa  sêyemîn a Hemlê bibin.
 
Di vî şerê dijwarê rizgarkirina Reqqayê û gundên wê de em bang Ii gelê xwe dikin ku ji cî û navendên çeteyên DAIŞ`ê dûr bikevin. Her wiha dema ku hêzên me gihîştin herêmê wan alîkarî bikin û werin herêmên bi ewle yên di bin parastina hêzên me de.
 
Em bang li ciwanên Reqqayê dikin ku tevlî nava refên hêzên me bibin û tevlî rizgarkirina Reqqayê û herêmê bibin.
 
Em ji bo birîndaran şîfa dixwazin
Şehîd Namirin.
 
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê | 4 Sibat 2017