Xezeba Firatê: Rizgarkirina Qeleya Caber li rojavayê Reqqayê

  • 6 Çile 2017 | Dîmen

Deriyê Firatê Azad bû
 
RAQQA – Qelheya Caber a dîrokî ku ev demek direjê ji aliyê şervanên QSDê ve hatibû dorpeçkirin hat azad kirin.
 
Çeteyên DAIŞê ji bo gundên Caberê rojava û rojhilat ku 25 û 26ê meha çuyî hatibû rizgarkirin carek din bistînin gellek êriş lidarxistin. Hemû êrişên çeteyan rastî berxwedana şervanên xurfêd emeliyatê Xezeba Firatê hat û tek çûn.
 
Herî dawî jî çeteyên DAIŞê 2yê Çileyê bi hêzêk mezin û çekên giran ve êrişî her du gundan kirin. piştî bersivdayina şervanan ve şerê ku di navbera şervanan û çeteyan de destpêkir 3 roj ajot. Piştî 3 rojan (5ê çileye) di saetên siharê de êrişên çeteyan bi temamî hat şikandin û çeteyan windahiyên giran dan. Li gor agahiya me ji rayaderên QSD standin di van şeran de 49 çete hatin kuştin, hejmarek zede alavên leşkeri û cebilxane ket destê şervanên Xurfêt Emeliyat a Xezeba Firatê.
 
Şervanên ku li herême pêşketinên xwe berdewam dikin, piştî şikandina êrîşan berê xwe dan Qelha Caber a ya ku dikeve 3 km başûrê gundên Caberê rojava û rojhilat. Hat diyarkirin ku piştî şerên heta saetên siharê berdewam kir şervanên xurfêt emeliyatê Qelha Caber ji çeteyan paqijkir in.
 
Di van şeran de 29 çete hat kuştin, 2 BKC, 2 çentê fîşekên BKC, 1 RPG roketavêj û 4 roketên wê, 2 klêş, 3 bombeya destan, maşineyek, treksek û 3 termê çeteyan ketin deste şervanan de.
 
Şervanên Xurfêt EMeliyat li qelhê desp xebatên lêgerîn û paqijkirina mayinan kirin
 
Ji aliyê din de şervanên ku pêşketinên xwe berdewam dikin berê xwe dan gundê Siwediyê. Li gor agahiya ji herême hat girtin li pêşiyê gund di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar diqewimin.