Welatperwer û Şoreşgerekî Bê Qusûr Şehîd Mihemed Reşo (Xalo) Bibîr Tînin

  • 12 Sibat 2018 | Daxuyanî

Careke din riya berxwedana pîroz ya Efrînê canê welatperwer û şoreşgerekî bê qusûr ji nav me dibe, ji lewre dema îro em şehadeta rêhevalê xwe radigihînin. Şehnaziya şervan û gelê xwe ya bi sekn û tekoşîna wî ya bi salan nîşan didin û li beramberê wî bi rêzdarî em bejna xwe ditewînin.

 

Şoreşger û welatperwerê me Mihemed Reşo (Xalo) ku temenê wî yê mezin nebû asteng û kêlî bi kêlî weke endamekî canfeda yê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) li kêleka şervanên me ev berxwedan dimeşand û erka xwe ya ku bi salan ji dil dabû li ser milê xwe bi cî dianî û herî dawî jî beriya ku şehîd bibe bi israr riya şoreşê bernedida û şehîd bû; di dilê şervanên me de israra berxwedan û serkeftinê hîn buha û mezintir kir.

 

 Şehadeta heval Mihemed careke din tekez dike ku riya berxwedanê bênavber wê were  berdewam kirin û doza ku gel û şervan bi hevre dimeşînin serkeftiye û wê her serkeftî bimîne. Dema şoreşgerên vî welatî li ser xaka xwe şehîd dibin ji bo her kesî tekez dibe çiqase ev doz mafdare û ne balafir, ne tank û topên dijmin pê dikare.

 

Li ser vî bingehî, em dibêjin bila serê malbat û serê şervan û gelê me saxbe. Nirxên ku şehîdan  ji bo me hiştine riya şervanên me YPG û YPJ ronî dike û têrê dike ku em gelê xwe hertim di nava azadiyê de bihêlin û doza nirxên mirovatiyê bişopînin û biparêzin. Soz û biryara me ev e û emê jê neyên xwar.

 

Nasnama şehîdên me wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Mihemed Reşo (Xalo)

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ibrahîm

Cih û Dîroka ji Dayikbûnê: Efrîn – Çolaqa 1956

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn - Bilbil - Gundê Berkaşê / 10 Sibat 2018

 

Fermandariya YPG ya Efrînê | 12 Sibat 2018