Tevlîbûna ciwanên Ereb roj bi roj zêdetir dibe

  • 23 Berfanbar 2017 | Nûçe

 

Li herêmên rizgarkirî yên di bin kontrola Hêzên Sûrî ya Demokratîk de, ciwanên Ereb berê xwe didin nav refên hêzên parastinê.

 

Li Bakûrê Sûrî û Rojavayê Kurdistan ciwan her roj bêhtir tevlî nav refên QSD, YPG, YPJ û Erka Xweparastinê dibin. Di demên dawî de bi sedan şervan ji bo parastina xaka xwe û şerê li dijî terorîzmê biryara şervaniyê didin. Hêjayî gotinê ye ku ruxmê ku ji hemû pêkhateyên Bakûrê Sûrî ciwan tevlî dibin jî, herî zêde ciwanên Ereb berê xwe didin nav refên hêzên parastinê.

 

Di meha borî de bi giştî 1570 şervan ji herêmên cûda tevlî nav refên Hêzên Sûrî ya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bûn. Herwiha 950 şervanan ji bo pêkanîna erka xweparastinê tevlî focên Erkên Xweparastinê bûn. Di çarçoveya xebatên perwerdekirina şervanan de, akademiyên leşkerî li hemû kantonan û herwiha li Reqa û Dêrezorê jî bi sedan şervan perwerde kirin. Herwiha li Efrînê piştî bidawî kirina du dewreyên perwerdeya akademiya Şehîd Îzet bi 930 şervanan du focên Erkên Xweparastinê hate avakirin. Dîsa piştî dewreya perwerdê ya li akademiya Şehîd Xebat ya li Efrînê, 250 şervan tevlî nav refên YPGê bûn.

 

Herwiha li Minbicê 500, li herêma Cizîrê jî 350 şervanan perwerdeyên xwe bidawî kirin û tevlî nav hêzên parastinê bûn. Di nav mehê de 330 kesên ku ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker veqetiyabûn, berê xwe dan nav refên QSDê.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Berfanbar 2017