Terzîxaneya Şehîd Şakir ji bo dirûtina cil û bergên YPG û YPJ’ê
- 11 Sibat 2018 | Nûçe
Kargeha dirûtinê ya bi navê Terzîxaneya Şehîd Şakir a li bajarê Rimêlan ji bo çêkirina cil û bergên leşkerî hatiye vekirin û gelek beşên karê dirûtinê têde bi cih dibe.
Xebatkara bi navê Fatma li ser xebatên xwe wiha anî ziman: “Em cilên hevalên xwe yên YPG û YPJ’ê çêdikin û karê me bi ruhekî kolektîv tê meşandin, em Ereb û Kurd bi biratî û yekîtî bi hevre ne di vê xebatê de.”
Fatma da zanîn ku em alîkariyê bi hevalên xwe re yên li cebheyan dikin û wiha domand: “Ew li wir şer dikin, em jî li gorî derfetên xwe tiştê ji destê me tê em cilan didrûn û çi pêwistiyên wan hebe em alîkariyê didin wan.”
Her wiha xebatkara Terzîxaneya Şehîd Şakir ya bi navê Şadiya destnîşan kir ku li wir gelek heval li ser beşên cûr bi cûr kar dikin weke (Jêkirin , makîne , hepkê , dirûtin û hwd...).
Şadiya da zanîn ku ji bo cil tek derz û xweşik derkeve bi hemû hewldanên xwe tevdigerin û dawiyê de wiha anî ziman: “Em li ser şopa şehîdên xwe ne, ji bo welatê me bi xemle û pêşbikeve çi bê ser milê me emê pêk bînin.”
Navenda Ragihandina YPG | 11 Sibat 2018

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
