Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020 | Daxuyanî

Radyoya Dengê Rojava, 4 sal bênavber bû denge şoreşa Rojava, lehengiya şervanên azadiyê ji gel re ragihand û di xeta çapemeniya azad de bi israr ala heqîqetê hejand. Di şoreşa Rojava da her ku pêşketin û destkeftî hatin destxistin bi xwe re gavên nû jî anîn. Yek ji van gavên girîng û binirx jî ku bi pêşengtiya fermandarê nemir şehîd Herekol (Husên Çawîş) û şehîd Heqî Bagok hat avêtin, damezrandina kovara Parêzvanên Rojava di 10 Îlona 2015an de bû. Ev destkeftî û nirxên ku hatin avakirin bêguman dijminên gele Kurd jî har û dîn kiribû. Ev yek di dîrokê da jî bi mînakên bêtehemuliyên mêtînger û qirkerên li welatê me tije ye. Di 25ê Nîsana 2017an de ev çavsorîya faşîzma Tirk careke din xwe li Qereçox dabû der. Êrîşa hovane armanc dikir ku çapemeniya azad bêdeng bike, raya giştî ji agahiyên pêşketinên şoreşê bêpar bihêle û dengê şoreşa Rojava sar bike. Hêzên hegemon ên navneteweyî weke her car li hember vê çavsoriyê jî bêdeng man û temaşe kirin. Di serdemek ku wan dixwest dengê şoreşa gelan bilind nebe, ev êrîş li gor berjewendiyê wan bû jî. Ruxmê vê jî Radyoa Dengê Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava xebatên xwe domandin.
Rêwîtiya ku di sala 2013an de li Çiyayê Qereçox hate destpêkirin, em bi hêz, bîr û baweriya ku me ji şehîdan girtiye didomînin. Radyoya Dengê Rojava ku di sala 2017an de li Qereçox bû hedefa artêşa dagirker a Tirk, salek piştî wê careke din hate avakirin û ruxmê êrîşan dengê xwe digihîne her çar parçeyên welat û tevahî bakûrê Sûriyê. Em îro du sal li pey xwe dihêlin û derbasê sala sêyemîn dibin. Bi vê boneyê, em di şexsê şehîd Heqî Bagok ê damezrînerê Radyo Rojava û kedkarê Kovara Parêzvanên Rojava de, tevahî şehîdên xeta çapemeniya azad, şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bibîr tînin. Vê rojê em di serîda li Rêber Apo, li gele xwe yê welatparêz, li şehîdên şoreşê û li şehîdên çapemeniya azad pîroz dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
