Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be
- Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re
Şoreşa 19ê Tîrmehê di salvegera 9 emîn de li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jin, gav bi gav pêş dikeve û ji bo hemû gelên azadixwaz a cîhanê dibe çavkaniya hêviyê. Ruxmê hemû êrişên paşverû û dagirker, gelê herêmê xwedî li şoraşa xwe derdikeve û şoreşa Rojava roj bi roj li ser hîmê neteweya demokratîk, ji bo krîza Rojhilata Navîn dibe alternatifeke razber.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ji avabûna xwe heta niha li hember paşverûtiya DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirkiye têkoşîn û berxwedaniyek dîrokî raber kir. Wekî hemû ezmûnên şoreşan bi berdelên pir giran û bi xwîna şehîdên leheng şoreş hat avakirin û parastin. Îro jî li hember şoreşa me êrişên paşverû û dagirker ji her alî ve berdewam dikin. Terora DAIŞ’ê her çiqas di aliyê erdnîgarî de hatibe xilaskirin jî, bi faaliyet û çalakiyên xwe yên terorî ve hewl didin ku aramiya herêmê xirab bikin. Her wiha hevkarê wan dewleta dagirker a Tirkiye jî, ji bo tola DAIŞ’ê ji gelên herêmê hilde, êrişên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike. Di bin şert û mercên wisa de gelê herêmê ji azadî û demokrasiya xwe tavîz nade û rexmê berdelên giran, şoreşa xwe diparêze.
Em wekî Yekineyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê sozdariya xwe ya parastina şoreşê xwe û gelê xwe dubare dikin û mîsoger dikin ku xeyal û armancên şehîdên me yên leheng bi welatek azad û demokratîk tacîdar bikin. Em îdeaya rizgarkirina bajarên xwe yên dagirkirî, Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî dûbare dikin û em soza rizgarkirina van devaran ji bin pencên dagirkeriyê nû dikin.
Em bi boneya vê roja dîrokî ku di heman demê de salvegera avabûna yekineyên me ye jî, şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê, di serî de li Rêberê Gelê Kurdistanê Rêber Apo re, şehîdên xwe û gelê xwe re pîroz dikin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022

Em rêhevalê xwe Brusk Botan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 06 Çile 2022

Em rêhevalê xwe Agir Efrîn birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Kanun 2021
