Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

  • Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Weke tê zanîn ku roja 14'ê Çileyê 11'emîn salvegera şehadeta damezrînerê Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û avakerê sîstema parastin û çanda xweparastinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Şehîd Xebat Dêrik e. Di serî de em şehîd Xebat û hevrêyên wî yên leheng bi bîr tînin û soza berdewamkirina rêya wan heta bigihêjin armancên ku ji bo wê gihîştine asta şehadetê, nû dikin.

Rêheval Xebat Dêrik ji zaroktiya xwe ve mînaka herî baş ya Kurdê berxwedêr bi hemû rengên xwe di kesayeta xwe temsîl dikir. Di nava malbateke kedkar de jiyan dikir. Kesayeta wî ya berxwedêr di nava şert û mercên neheqî û zilmê de mîna her ciwanên Kurd ên ku di nava nakokî û veguherînên şert û mercên li ser welatê wan ê ku di bin mêtîngeriyê de ye mezin dibûn, ava bû. Lê wî nasnameya xwe ya windayî ji nû ve bi dest xist, her wiha rêya heqîqet û azadiyê li ber xwe vekirî dît dema ku destên xwe dirêjî destên şoreşgerên ku doza welat û gelên bindest dabûn ser milên xwe, kir. Lewra ev yek bû destpêka sozadayîna ku bibe yek ji şoreşgerên welatê xwe.

Bi destpêkirina krîza Sûrî û çûyîna rewşê ber bi qonaxek ne diyar ve, şehîd Xebat ji bo bihêzkirina pirên baweriyê di nav pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan de, bi taybet malbatên şehîdan, hewldan û kedeke pir mezin pêşkêş kir. Li wir yekemîn hevdîtinên xwe bi pêkhate û malbatên şehîdan re li dar xist û planên rêxistinkirina civakî û siyasî bi wan re parve kir. Bi têkçûna rewşa Sûrî re û hilbijartina aliyên nakok ji mîlîtarîzekirinê re, Şehîd Xebat dest bi rêxistinkirina ciwanan kir û bi wan re gelek çalakiyên perwerdehiyê yên ku bûn bingehê rêxistinkirina sîstema parastinê li Rojava, pêkanî. Şehîd Xebat û hevalên xwe dema ku komên çekdar ber bi dewleta Tirk ve diçûn û dibûn çeteyên wê, yekemîn komên leşkerî ava kirin. Ji bo rêxistin û perwerdekirina van koman kedeke mezin da. Di vî alî de jî ew komên ku ji aliyê şehîd Xebat ve hatin avakirin, bûn mînaka xwe birêxistinkirina girseyan ku xwe dispêrin hêza xwe ya cewherî, di heman demê de jî ev kom bûn avahiya bingehîn a avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Van şervanan şerên xwe yên yekemîn li dijî komên çete li Helebê, Serêkaniyê û Efrînê dan destpêkirin û tevî îmkanên kêm jî karîbûn serkeftinên mezin qezenc bikin. Her wiha bi girêdanbûna van şervanan bi xeta şoreşgerî ku xwe dispêre ruhê fedekarî û parastina gelên herêmê, berdewamî û hevgirtina wan a xurt bi armancên wan ve jî zêdetir bû. 

Piştî çend salan ji têkoşîna bêhempa ya Yekîneyên Parastina Gel li dijî rêxistinên terorîst û rû bi rû bûna wan ya li hember bîrdoziya tawankar a ku dewletên dagirker hewl didan li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin, rola Yekîneyan di parastina şêniyên herêmê de zêde bû. Di heman demê de jî gelek êşîr û şêniyên herêmên Hol, Şedadê, Girê Spî û Şehba ji bo rizgakirina wan ji çeteyan, bang li YPG`ê kirin. Li ser vî esasî YPG`ê dest bi rizgarkirina wan herêman ji ramanên tarî kir û bû sembola xwişk û biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de. Ev fedekariyên mezin ên di nav şervanan de bingehê xwe ji damezrînerê wê fermandar Xebat Dêrik digre ku di 14’ê Çileya 2012’an de bi komployeke bêbext gihîşte asta şehadetê. Lê dilsozî bi bîranîna wî ya mayînde ku bi fedekarî û baweriya bi serkeftinê di dilê şervanên xwe de çandibû, zindî ma. Lewra ev fedekariyên YPG’ê bû çavkaniya îlhamê ji bo hemû ciwanên herêmê yên ku berxwedanî û şereke bêhempa li dijî komên çete û terorîst dan meşandin. Ev fedekarî di heman demê de jî bû bingeheke xurt ji bo avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk û temamkirina avakirina saziyên leşkerî ku bi fedekarî û serkeftinên xwe di cîhanê de bûn cihê rêzdariyê.

Ruhê şehîd Xebat Dêrik rêya serkeftinê misoger kir û li dijî zulim û dagirkeriyê bû biryara hevgirtina pêkhateyên herêmê, her wiha ji bo şervanan jî veguherî têkoşîneke bê teredud ji bo parastina gelên herêmê. Ev fedekarî û sîstema parastinê ku şehîd Xebat dabû avakirin bû cihê serfiraziyê ji bo gelên herêmê û bi taybet ji bo ciwanên ku hîn bawerî û hêzê ji mîrateya berxwedana wî ya dîrokî digirin. Hemwextî vê yekê jî ev fedekarî û berxwedan ji bo tevahî ciwanên herêmê bû sedema berdewamkirina têkoşîna wan a çekdarî li hemberî hemû hêzên dagirker.   

Roja 14’ê Çileyê, bûye roja girêdanbûna bi pîvanan, xwebawerî, têkoşîna bê westandin û bûye roja baweriya bi serkeftinê li hember hemû hewldanên têkbirina hêvî û azadiyê.  Fedekariya Şehîd Xebat û rêhevalên wî jiyana milyonan mirov parast. Fikir, fedakarî û pîvanên wan ên ku wan ji hêzên çekdar ên dîtir cuda dike bi tevlîbûna bi hezarên ciwanan ve nemir bû. Her wiha sîstemeke yekgirtî ya exlaqî ku bi dehan nirxên bilind ji bo gel û şoreşgerên herêmê afirand, dane ava kirin.

Li ser vê bingehê em şehîd Xebat û fermandartiya wî ya çalak bi bîr tînin. Em soza berdewamkirina meşa ku wî damezirandiye heta bi destxistina hemû armancên ku di serî de rizgarkirina herêmên dagirkirî ye, dubare dikin.

Ruhê şehîd Xebat em tenê nehîştin,  hîn jî di nav nifşan de zindî ye û ruhê têkoşînê di hundirê me de li hember hemû astengiyan û temamkirina meşa têkoşîna leşkerî de, gur dike.

 

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023