Rojda Felat: Rizgarkirina Tebqa û Bendavê tolhildana jinên Êzidî bû

  • 12 Gulan 2017 | Nûçe

Endama Femandariya QSD Rojda Felat rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê li hemû Şehîdên jiyana xwe di nava hemleyê de feda kirine û li hemû şêniyên Tebqa pîroz kir. Rojda Felaf got ku rizgarkirina Tebqa û Bendavê tolhildana ji bo jinên Êzidî bû û  û got ku ev serkeftineke dîrokî bû.
 
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
 
Endama Femandariya QSD Rojda Felat têkildarî xebatên rizgarkirinê de ji ANHA`yê re avxivî û rizgarkirina Tebqa û Bandava Firatê li şêniyên herêmê pîroz kir û wiha got:ʺRizgarkirin bajarê Tebqa û Bendava Fitratê ku serkeftineke dîrokî ku hêzên me pêkanîye li hemû têkoşerên di hemleyê de şehîd bûne û hemû şêniyên herêmê pîroz dikim. Niha ji ser Bendava Firatê de em dibêjin ev bendav dê bibe bendava azadiyê û biratiya gelan.ʺ
 
Têkildarî derengmayîna hemleyê ku nêzî 2 mehan dom kir, Fermandar Rojda Felat wiha got: ʺSedema derengmayîna rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê ew bû çeteyên DAIŞ`ê bombeyên pir li ser rêya pêşveçûna lez a hêzên me diçandin, sedema duyem a deregmayînê ew bû ku komên çete sivîl wek mertalên mirovî bikar tanîn, ji ber vê yekê hêzên me zêde hişyarî û zêde hesab ên pêşveçûnê kirin da selametiya sivîlan bê parastin.ʺ
 
Fermandara QSD`ê di vê çerçovê de her wiha domand ku çeteyan soza teqandina Bendavê kiribûn û ji ber ku bendav ceyranê li piraniya herêmên Sûriyê belav dike, hêzên me bi hesasiyet û baldariyeke mezin ji b  rizgarkirinê û selametiya bandavê pêşve diçûn.
 
Rojda Felat bal kişand ser vê yekî ku di vê hemleyê de gelek sivîl rizgar kirin, taybet jinên ku çeteyan wek kole bikardanîn, her wiha hejmarek jinên Êzidî yên ku çeteyan di êrîşên ser Şengalê de revandine jî rizgar kirin û got:ʺ Rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê întiqam û tolhildana ji bo jinên Êzidî ye.“
 
Fermandara QSD`ê destnîşan kir ku pir kêm maye hêzên wan bigihînin baregeha çeteyan li bajarê Reqqayê û got ku morala wan a rizgarkirina bajarê Reqqayê ji pençên çeteyan, bilinde.
 
Fermandara QSD`ê Rojda Ferlat soz da gelên hz  erêmê ji bo rizgarkirina bajarê Reqqayê di demên herî nêz de, pêşve diçin û wiha got: ʺsala 2017`an dê bibe sala azadiyê û rizgarkirina hemû jinên hatine revandin û bi taybet a jinên Êzidî.ʺ