Rizgarkirina bajaroka Mansûra li rojhilatê Tebqa (03-06-2017)

  • 4 Puşber 2017 | Dîmen

TEBQA – Şervanên QSD′ê piştî şerê du rojan, bajaroka Mansûra bi temamî ji ceteyan paqij kirin. Li bajaroka rizgarkirî gelek depoyèn çeteyan jî ket destê şervanan.


Operasyona xurtkirina xeta parastina Tebqa didome. Şervanên QSD’ê bajarokê Mansûra ya 20 km dikeve rojhilatê Tebqayê piştî şerê du rojan, ji çeteyên DAIŞ′ê paqij kirin. Di şerê du rojan de zêdetirî 30 çeteyan kuştin, cenazeyên 14 çeteyan ket destê şervanan.

Di şerê du rojan de, maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan hat îmhakirin. Her wiha maşîneyek bombebarkirî, 5 tang, 4 BMB (panzer), gelek depoyên çek û cebilxane (ku tê de bi sedan kalaşnikof, BKC, hawan, roketavêjên B-7 û bi hezaran fîşek hebûn) jî ji alî şervanan ve hatin desteserkirin.

Li bajarokê şervanan dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan kirin. Bi rizgarkirina bajaroka Mansûra re, riyeke din a stratejîk li ser çeteyên DAIŞ′ê hatiye qutkirin.

Nifûsa bajarokê nêzî 50 hezar heye.