Rûsiya di qetilkirina gelê Efrînê de şirîka Tirkiyê ye
- 7 Adar 2018 | Daxuyanî

Ji 47 rojan ve dewleta Tirk û komên terorist ên girêdayî wê wekî Cebhet El-Nusra/DAIŞ êrîşeke hovane şerekî vekirî tînin ser kantona Efrînê. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekan û hêzan bikar tînin.
Wekî hemû dizanin ku ezmanê herêma Efrînê di bin parastina Rûsiya de ye, heger Rûsiya rê ji balafirên şer ên Tirkiyê re venekiriba, wê nikarîbana derbasî ezmanên Sûriyê bibana û êrîşî Efrînê bikira.
Niha êdî ji her kesî ve diyar e ku Rûsiya bi vekirina rê ji balafirên şer ên Tirkiyê re û rê dayîna wê ku komkujiyan derheqê gelê Efrînê pêk bîne, şirîka êrîşa li ser gelê Efrînê ye. Ev hevkariya Rûsiya piştî hewldanên wê yên tehrîkirina YPG û rêveberiya siyasî ya Efrînê ji bo berjewendiyên xwe li ser herêmê ferz bikin, pêk hatiye. Tu berjewendiya gelê Sûriyayê tevgerên wê de nîne.
Rûsiya û bi itîfaqên xwe yên bi dewleta Tirk re û rê dayîna Tirkiyê ku komkujiyan pêk bîne, jenosîd li dijî gelê herêmê bike, her wiha gelê Efrînê neçarî koçberkirinê bike, di rijandina xwîna gelê Kurd ji sivîl û welatiyên bê guneh ên Efrînê de şirîk e.
Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG'ê bang li hikûmeta Rûsiya dikin ku ji biryara xwe ya rê dayîna Tirkiyê ya êrîşa dijminan e ya li ser Efrînê û qetilkirina gelê wê, her wiha rûxandina bajarok û gundên wê vegere. Em bang li gelê Rûsî jî dikin ku zextê li hikûmeta xwe bikin û rê nedin ku di pîlanên xwe yên tu xizmetê nade gelê Rûsiya dewam neke. Her wiha ji hikûmeta xwe bixwazin ku demildest ji biryara xwe vegere.
Fermandariya Giştî ya YPG | 7 Adar 2018

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022

Em rêhevalê xwe Brusk Botan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 06 Çile 2022

Em rêhevalê xwe Agir Efrîn birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Kanun 2021
