Rêhevalê me yê enternasyonalîst li Baxozê tevlî karwana nemiran bû

  • 19 Adar 2019 | Şehîd

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Rêhevalê me Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) ku di sala 2017’an de tevlî refên berxwedanê yê Rojava bûye, bi nasnameya xwe ya şoreşgerê enternasyonalîst di nav tekoşîna azadiyê de cîhê xwe bi awayek çalak girtiye. Rêhevalê me Tekoşer cîhê xwe di nav Yekîneyên Enternasyonelîst ku di bin sîwana YPG’ê de ye girtiye û li hember dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li herî pêş de cîhê xwe girtiye û di her rewşê de tekoşîna azadiyê bi biryarî meşandiye.

 

Bi taybet li Dêrezorê jî li hember çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî şer kiriye û dîsa cîhê xwe herî pêş de girtiye. Rêhevalê me Tekoşer di nav Tevgera TKP/ML-TİKKO de xebat meşandiye, bi şênberkirina nirxên sosyalîzmê ya gerdûnî, bûye xwedî seknek mînak.

 

Rêhevalê me Tekoşer ku bi girêdana xwe a şoreşa azadiyê re û bi jiyana xwe a xwedî mînak bû di dîroka 18’ê Adarê de, di herêma dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de di nav pevçûnekê de şehîd bûye.

 

Em careke din hemû rêhevalên xwe yên Enternasyonalîst ku di şoreşa Rojava de şehîd bûye bibîr tînin û em ji bo malbata hêja a rêhevalê me Tekoşer sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameyê rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Tekoşer Piling

Nav û Paşnav: Lorenzo Orsetti

Navê Dayikê: Annalisa

Navê Bav: Alessandro

Cih û dîroka Ji Dayikbûnê: Îtalya - 1986

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18‘ê Adarê 2019

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Adar 2019