Rê hate dayîn şêniyên taxa Meşleb a Reqayê vegerin

  • 5 Mijdar 2017 | Nûçe

 
Piştî koçberiya 6 mehan bi sedan malbatên ji taxa Meşleb a Reqayê dest bi vegera malên xwe kirin.
 
Şêniyên Reqayê ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ’ê yên dema şervanên QSD’ê dest bi hemleya rizgarkirina Reqayê kirin, welatiyên sivîl wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe didan bikaranîn. Bi sedan malbatên Reqayê bi rêbazên cûda xwe ji çeteyan rizgarkirin.
 
Şervanên QSD’ê piştî ku bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyan rizgar kirin demil dest dest bi hemleya paqijkirina bajar ji mayînan kirin.
 
Piştî xebatên paqijkirina mayînan li taxa El-Meşeleb bi dawî bû rê hate dayîn ku şeniyên taxê vegerin warê xwe.
 
Welatiyên ku dema hemeleya rizgarkirina Reqayê li cihên hatine rizgarkirin bi cih bibûn li bendê bûn ku vegerin ware xwe. Îro şervanên QSD’ê rê dan ku şêniyên Taxa Meşleb ku ji mayînan hate paqijkirin vegerin warê xwe.
 
 
Bi sedan şêniyên taxa Meşleb li Reqa El-Simur kom bûn û li bendê bûn ku derbasî taxa xwe bibin. Piştî ku tedbîrên ewlekariyê hatin girtin, rê hate dayîn ku welatî derbasî taxên xwe bibin.
 
Taxa meşleb li rojhilatê bajarê Reqayê ye û derdora 30 hezar kes lê jiyan dike. Taxa Meşleb yekem taxa Reqayê ye ku şervanên QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
 
 
Jêder: ANHA | 5 Mijdar 2017