Qutkirina Reqqa ji Dêra Zorê nêzîk bûye

  • 26 Sibat 2017 | Daxuyanî

Hêzên me di kêmî hefteyekê de herêmeke berfireh ji gundewarên Reqqa û Dêra Zorê di demeke kurt û bi lez ji çeteyan rizgar kirin. Hêzên me bi dehan gund û gundik (mezre) ji bermahiyên çeteyan paqij kirin, her wiha miqdarek mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî desteserkirin. Hêzên me alîkarî dan welatiyên ji gundên xwe derketibûn û wan li cihê bi ewle bi cih kirin. Tevlî derfetên me yên kêm jî şervanên me li gorî derfetan pêwîstiyên jiyanê ji wan gundiyan re peyda kirin û ne hiştin gelê me yê sivîl ziyanê bibîne.

 

Dê hemleya me heta riyên diçin Reqqa qut bibin û bajar ji Dêra Zorê bi temamî were qutkirin bidome. Em mizgîniyê ji gelê xwe yê Reqqa û Dêra Zorê re û ji wan re dibêjin ku serkeftin nêzîk bûye û dê teror tune bibe. Em soza xwe ji şehîdên xwe û hevalên xwe re dubare dikin û dibêjin ku roja demoqrasî, azadî û biratiya gelan nêzîk e.

 

Em kêfxweş dibin ku em bîlançoya hefteyekê ji hemleya xwe bi rayagiştî re parve bikin.

 

Bîlanço wihaye:

 

1-Herêmek bi qasî hezar 762 km2 ji gundên Reqqa û Dêra Zorê ji çeteyan hate rizgarkirin

 

2-18 gund û 34 gundik li Reqqa û 46 gund û 177 gundik ji Dêra Zorê hatine rizgarkirin û ji bermahiyên çeteyan hatin paqijkirin.

 

3- 172 çete hatin kuştin

 

4-Di şerê wê demê de 8 çete bi saxî ketin destê şervanê me

 

5- Hêzên me 2 baregehên çeteyan ên amadekirina erebeyên bombebarkirî û depoyek cebilxaneyê hatin ruxandin

 

6-Şervanên me 9 erebeyên bombebarkirî, 6 erebeyên leşkerî, 2 motorsiklêt, 2 erebeyên doçka li ser, 2 top û 3 balafirên keşfê ruxandin

 

7-Şervanên me 30 kilêş, 11 jarjorên wan, 3 hezar guleyên wê û 3 rextên leşkerî, 24 bombebeyên destan, 1 burno, 1 çeka katyûşa tevlî 4 topên wê, 7 BKC tevlî 3 hezar û 250 guleyên wê û 206 zinxêr û 3 çeteyên wan. Her wiha 7 RBC tevlî 31 guleyên wê, 30 heşweya wê, 2 çente, 2 doçkayên 14,5 tevlî 51 zincîrên wan, 500 guleyên wan, 1 doçka 12,5 tevlî zincîrek wê û 150 guleyên wê, 1 hawana 120 û 25 guleyên wê, 1 hawana 82, 1 hawana 62, 1 fûzaya germahiyê, dorbîneke şevê, 1 cîhazê dîcîtal, 17 çekên 12, 3 erebeyên leşkerî û motorsiklêtek, desteserkirin.

 

8- Di vê hemleyê de 10 şervanên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê, her wiha 11 hevalên me birîndar bûn. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şifayê ji birîndaran re hêvî dikin.

 

Navenda Ragihandina YPG | 26 Sibat 2017