QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Erfrînê ragihand
- 5 Adar 2018 | Nûçe
QSD′ê encama 24 saetên dawî yên şerê Efrînê yê di navbera QSD′ê û Artêşa Tirk a dagirker de ragihand.
Navenda Ragihandina QSD′ê bîlançoya şer bi daxuyaniyekê ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
″Tevî biryara Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û biraya konseyê binpê dike. Li hember van êrîşan hêzên me neçar dimînin ku bersiv bidin û gelê Efrînê biparêzin.
Şera
Li eniya Şera hêzên me maşneke leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Çema şopand û hedef girt. Di encamê de erebe bi temamî hat rûxandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra gundên vê eniyê didomîne. Bi vê yekê re hemwext, balafirên Tirk gundên Êzidiyan ên Sînka, Baflûn, Meydankê û navenda navçeyê bomebaran dike.
Cindirêsê
Dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balafiran êrîşî navçeyê dike û rasterast sivîlan hedef digire. Di encamê de duh li gundê Kefer Sefrê şehîd û birîndarên sivîl çêbûn.
Di rojên dawî de balafirên Tirk bênavber navenda herêma Cindirêsê û gundê Miskê Foqanî bombebaran dike. Hat zanîn ku li vê eniyê şehîd û birîndarên sivîl (di nav de zarok û jin) hene.
Raco
Balafirên Tirk gundên eniya Raco bênavber bombebaran dikin. Li aliyekî din jî bi çekên giran êrîşî herêmê dikin.
Li gundê Meydan Ekbesê jî Artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan şewitandin.
Îro di saetên sibehê de jî Artêşa dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî gundê Berbenê krin û sivîl hedef digirtin. Hat zanîn ku bi dehan sivîl birîndar bûn û ji bo dermankirin nexweşxaneya Avirîn.
Bilbilê
Artêşa dagirker û çeteyên wê eniya Bilbilê bi çekên giran topbaran dikin û ji şevê din ve balafirên Tirk bênavber navçeyê bombebaran dikin.
Mabata
Îro ji saetên sibehê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mîrkan, Şîtka û Birîmca yên eniya Mabatayê bi çekên giran topbaran dikin.″

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
