QSD′Ê Bang Li Opozisyonê Kir Ku Li Gorî Hin Rêzgehan Tev Bigerin

  • 3 Mijdar 2016 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re

Em wekî Hêzên Sûriya Demokratîk ji roja avakirina hêza xwe heta îro, şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorî di hemû enî, her cihê ku me rizgarkiriye li gorî zagonên şer, mafê mirovan, zagonên navnetewî û mirovî tevgeriyan. Her wiha me parastina mal û milkên welatiyan kir, me ew û mafê wan jî parast. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne em dikarin wekhevî û ewlehiyê pêk bînin. Ji bo em armanc û rêgezên ku hêza me li ser hatiye avakirin pêkbînin; pêwîste bi hemû reng û olên xwe pêkhateyên Sûriyê ji wehşeta terorê û terorîstên zordaran rizgar bikin.

 

Tirsa me ya mezin li ser parastina sivîlên Sûriyê ye. Em bang li hemû hêzên muxalifên çekdar ku baweriya wan bi mafê mirovan û demorkrasiyê heye dikin,  li gor hemû rê û rêbazên ji bo parastina sivîlan ku Hêzên Sûriya Demorkratîk li ser îmze kirin nêz bibin û ev rêgez wiha ne:

 

1- Bê cûdabûn ji hemû herêman re hêsankirin û gihandina alîkariyên mirovahî. Her wiha rêzgirtin û parastina xebatkarên ku bi karê gihandina alîkariya mirovahî û tenduristî dikin. Bê cudabûna olî û netewî destûrdayîna gihandina xizmetên bingehîn di nav wan de koçber û penaber jî tê de ji bo hemû kesan.

 

2-Rêzgirtin û parastina dibistan, nexweşxane, parêzgeh (navendên olî), cihên çandî û hemû saziyên sivîl.

 

3- Dema jiyana sivîlan di metirsiyê de be destûrdayîna veguhestina sivîlan ciyên bi ewle. Lê koçberkirina bi darê zorê qedexeye, ji bo parastina sivîlan li gorî pêwîstiyên leşkerî pêkaneye.  

 

4- Bi giştî qedexekirina tundiya cinsî. Her wiha qedexekirina bi kar anîna zarokan (mirovên di bin 18 salî de) ji bo karên leşkerî.

 

5-Rêzgirtina rêgezên cudakariyê (cûdabûna navbera pêkhateyan de) û di dema lidarxistina çalakiyên leşkerî ji bo parastina sivîlan bi baldarî tevbigerin.

 

6-Parastina kesayetên ku herî zêde jiyana wan di metirsiyê de ye û bi taybet zarok, jin, kesên bi temenên mezin û kesên astengdar.

 

7-Ne bi karanîna çekên qedexekirî û misogerkirina çek bi awayekî bê serûber neyê xebitandin. Mînaka wê jî li dijî kesan mayîn û teqemeniyên ku bi xwe diteqin.

 

8-Qedexekirina kuştina rasterast.

 

9-Rêzgirtina serweriya zagonî û di dema lidarxistina civînên dadgehan de peydakirina misogerkirinên sereke yên dadweriyê ji bo bê alîbûnê. Her wiha lêvegerandina rastiya girtinê û derxistina biryarên ceza.

 

10-Rêzgirtina mafên malbatê li gorî zagonên navnetewiyên mirovahî û zagona navnetewî ya mafên mirovan li gorî ol û kevneşopiyên me. Hemû rengê tundiyê, destdirêjiyê, reşkirin û ne rêzgirtina rûmeta mirovan qedexeye. Yan jî bi kar anîna van rêbazan bi armanca sitandina agahiyan yan jî bi wan re karkirin qedexeye.

 

Bi riya vê daxuyaniyê, em careke din girêdana xwe bi rêgezên mirovahî tînin ziman. Ji bo ku kêmkirina şerê wêrankirinê ya li ser me wek gelên Sûriyê ji aliyê terorîstan û dijminê mirovahî hatiye ferzkirin,

 

Em bang li hemû hêzên din yên ku ketine nava şerê Sûriyê dikin, li gorî van rêgezan tevbigerin.

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûrî ya Demokratî | 3 Mijdar 2016