QSD’ê xetên destpêkê yên DAIŞ’ê şikand

  • 13 Îlon 2018 | Daxuyanî

 

Piştî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke fermî destpêkirina pêngava têkbirina terorê ku encama Pêngava Bagera Cizîrê ye, da destpêkirin li dijî baregeha dawî ya teroristên DAIŞ’ê ya li herêma Hecîn ku DAIŞ’ê xwe tê de asê kirine, êrîş hate destpêkirin.

Di dehê vê mehê de hêzên QSD’ê ji 4 aliyan ve ber bi herêmên di destê rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ên li Hecîn, El-Sûse, El-Şefe û gundên derdora wan ve pêş ve çûn. Di rojên destpêkê yên pêngavê de li eniya Baxoz Foqanî (Baxoza Jorîn) de şerê dijwar derket. Hêzên QSD’ê karîbû bendên yekem ên teroristên DAIŞ’ê bişkînin û derdora 3 kîlometreyan pêş ve çûn. Di vê herêmê de hejmarek noqte hatin rûxandin. Li eniya El-Kesrat jî QSD’ê di 2 rojên destpêkê de bi qasî 6 kîlometreyan pêş ket. Li vir jî di navbera şervanan û çeteyan de, şer derket.

Şervanê QSD’ê Ebû Fehed ê ji Dêrazorê tekez kir ku armanca wan a sereke rizgarkirina Hecîn û El-Sûsa ne û xilaskirina şêniyên wan ji teroristên DAIŞ’ê ne. Her wiha tunekirina terorê li tevahî Dêrazorê ye. Ebû Fehed behsa êş û azara ji destê teroristan dîtine, ji kuştin, wêranî û birçîkirinê kir û got ku ew îro li ser wî esasî bi destekî ji hesen lê didin da ku dawî li êş û zordariyê bînin û terorê li Sûriyê bi dawî bikin.

Di destpêkirina êrîşan de şervanekî QSD ku xwe amade kiribû, behsa têkçûnên DAIŞ’ê û hilweşînên tê de jiyan dike kir û got ku derbeyên giran bi destê şervanên QSD’ê dixwin. Heman şervanî her wiha da zanîn ku pêşketina wan hîn di asta herî jor de ye û ew ê heta serkeftinê pêşketina xwe bidomînin.

Herêma Hecîn cihên destpêkê ku teroristên DAIŞ’ê xwe tê de bi cih kirin û ew kirin baregeha xwe ya sereke û ji wir êrîşî pêk di anîn. Niha jî û piştî têkçûnên wan li ber şervanên QSD’ê bûye baregeha wan a herî dawî.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13 Îlon 2018