QSD’ê parçeya dîrokî teslîmî desteya Şûnwaran û Turîzmê kir

  • 17 Çile 2018 | Nûçe

HESEKÊ – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) parçeyek dîrokî ku vedigere hezaran salan ku li gundên Dêrazorê dîtin, teslîmî Desteya Şûnwar û Turîzmê kirin.

 

Hêzên QSD’ê li gundewarên Dêrazorê parçeyekî dîrokî ku vedigere çend hezar sal berê dîtin. Hêzên QSD’ê ji bo parastina parçeyê dîrokî yê behsa mijar ew parçe teslîmê Desteya Şûnwar û Turizmê ya Kantona Cizîrê kirin.

 

Teslîmkirin li navenda QSD’ê ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna fermandarên QSD’ê pêk hat. Hevseroka Desteya Şûnwar û Turizmê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Yûnis û Rêveberê Navenda Hesekê ya Desteya Şûnwar û Turîzmê Ednan Berî jî di nav de hejmarek ji xebatkarên desteyê parçe ji QSD’ê wergirtin.

 

Ednan Berî da zanîn ku parçeyê hatiye dîtin vedigere serdema Babiliyan û wiha got”Di vê parçeyê de qat hene, di vê de jiyana wê demê û jiyana xwedawendên wan diyar dike. Her wiha di wê de diyar dibe çawa insanên wê demê jiyan dikirin. Di sala 1986’an de li herêma Ecaca ya Şedadê hatiye derxistin. Em ê wê sererast bikin da ku em wan bixin muzexaneyê. Parçeyên niha ketine destê me pir in, di demên pêş de em ê mûzeyekê vebikin.”

 

Endamê Komîteya Têkiliyan a QSD’ê Xalid Cizîrî jî derbarê mijarê de diyar kir ku şervanên wan dema Pêngava Bagera Cizîrê pêşve diçûn di meha cotmeha 2017’an de ev parçe li gundewarên Dêrazorê dîtin û wiha dom kir”Em wekî hêzên QSD’ê di dema ku em insanan diparêzin, parastina nirxên civakê jî ji me re pir girîng e. Ji ber vê yekê û ji bo parastina wê em niha vî parçeyî teslîmî saziya têkildar dikin. Em niha kêfxweş in ku em nirxên dîrokî yên civakê ku çeteyên DAIŞ’ê ew tune dikirin, dikarin biparêzin.”

 

Hevseroka Desteya Şûnwar û Turîzmê Bêrîvan Yûnis derbarê mijarê de got ku hêzên QSD’ê parçe teslîmî wan û ev tişt anî ziman”Wekî diyar dibe, parçe ziyan dîtiye. Em ê vê di riya xebatkarên xwe yên pispor sererast bikin. Em niha parçeyan li cihekî ku were parastin komî ser hev dikin. Em vê parçeyî bixin muzexaneya ku dê di demên nêzîk de were çêkirin.”

 

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Gulan 2021

Em rêheval Xemgîn Azadî bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Gulan 2021