QSD’ê bîlanoçoya 23 rojan a êrîşên Artêşa Tirk li ser Efrînê eşkere kir

  • 12 Sibat 2018 | Nûçe

Navenda Ragîhandina QSD’ê bîlançoya êrîşa li ser Efrînê ji roja destpêkê û heta îro anî ziman û got ku di êrîşî de 180 sivîl şehîd bûne, 413 birîndar bûne, her wiha 98 şervanên QSD’ê şehîd bûne. QSD’ê her wiha da zanîn ku 862 kuştiyên dewleta Tirk û çeteyên wê çêbûne û gelek alavên wan ên leşkerî hatine ruxandin.

 

Daxuyaniya Navenda Ragîhandina QSD’ê wiha ye:

 

“Êrîşa dewleta Tirk û komên tunrew a li dijî herêma Efrînê saet di 17.00’a ji roja 20’ê çileya 2018’an de destpê kir, heta niha 12’ê sibata 2018’an jî hîn didome. Bingehên encam û detayên êrîşê ji roja yekem û heta niha wiha ne:

 

1-Şehîdên sivîl: dijminên êrîşkar cihên sivîlan bi hemû cûreyên çekan hedef girtin. Çekên ezmanî û topên herî giran. Di encamê de 180 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin, zarok, kal û pîr şehîd bûn. Navên wan hemûyan bi navan û dosyên nexweşxaneyên Efrînê hatin belgekirin.

 

2-birîndarên sivîl: Di encama êrîşan de heta niha 413 welatiyên sivîl ku zarok û jin jî di nav de birîndar bûn. Navên wan jî lîsteyên nexweşxaneyan Efrînê yên fermî hatin belgekirin.

 

3-Şehîdên hêzên me yên leşkerî: Di berxwedana qehremanî û şerê rû birû ku şervanên me li dijî êrîşkaran pêk anîn de, 98 şervanên me şehîd bûne, bi merasîmên fermî hatin definkirin.

 

4-kuştiyên dijmin: Di van êrîş û çalakiyên hêzên me de, 862 kuştiyên dijmin ji leşkerên Tirk û teroristên cîhadî hatin kuştin. Ev ên ku şervanên me kuştina wan tekîd kirine.

 

5-Êrîşên ezmanî: Dewleta Tirk a dagirker 668 êrîşên ezmanî û bombebaran bê serûber li ser herêmên sivîl pêk anîn. Binsaziya bajar û navenda ava vexwarinê, dibistan û cihên xwedîkirina mirîşkan hedef girtin.

 

6- êrîşên helîkopteran: Hêzên dijmin 16 caran êrîş bi helîkopteran pêk anîn. Êrîşî li dijî herêmên sivîl û binesaziya herêmê pêk hat.

 

7- Topbarana bi çekên giran: Dewleta Tirk a êrîşkar û çeteyên wan 2 hezar û 645 caran êrişên bi hemû cûreyên çekên giran û tangan pêk anîne.

 

8-Şerê sing bi sing: Hêzên me 409 caran bi dijmin re ketin şerê ku encama wê hate zanîn. Di heman demê de 108 caran bi dijmin re ket şer, ema encamên wê ne hate zanîn.

 

9-Xistina balafiran: Hêzên me ji destpêka êrîşa li ser Efrînê 2 helîkopterên dijmin ku yek ji wan Kobra ye û yek Skorskî ya veguhestina leşkeran anîn xwarê. Di herdû helîkopteran de 11 leşkerên Tirk ku fermandar jî di nav de hatin kuştin.

 

Her wiha hêzên me balafireke keşfê ji cûreya Dron û yek ji cûreya Beyreqdar anîn xwarê (Ev balafira ku wêneyekî Erdogan derdikeve li ser imze dike)

 

10- Tang û panzêrên hatin ruxandin: Hêzên me 51 alavên ku ji tang, panzêr, erebeyên leşkerî ruxandin, her wiha 15 erebeyên ku tang û panzêr jî di nav de hene derbe kirin.”