QSD’ê bîlançoya 1 heta 8’ê sibatê eşkere kir

  • 11 Sibat 2018 | Nûçe

Navenda Çepemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girêdayî encamên berxwedana serdemê ya Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji 1’ê Sibatê heta 8’ê Sibatê herî kêm 130 leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek tank û alavên leşkerî yên dagirkeran hatine teqandin. Navendê bi berfirehî agahî wiha dan:

 

Eniya navçeya Bilbilê

 

Di 1’ê Sibatê de li derdora gundê Zehrê di navbera hêzên me û artêşa dagirker a Tirkiyeyê de pevçûn rûdan. Di encamê de 20 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 1’ê Sibatê de li gundê Qurnê siwareyeke leşkerî ya artêşa dagirker û komên terorîst hate rûxandin û kesên tê de jî hatin kuştin.

Di 3’yê Sibatê de li gundê Heftaro tankeke artêşa dagirker hate teqandin.

Di 3’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê bi çekên giran gundê Şêxorzê topbaran kirin.

Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Ebûdanê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn rûdan û di heman rojê de 6 êrîşên ezmanî li dijî gund pêk hatin.

Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Şêxorzê saet di 03:00’an de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn rûdan û di heman demê de balefirên şer gund topbaran kir.

Di 4’ê Sibatê de li derdora gundên Şêxorzê û Bilêlka di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn giran rûdan.

Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Elî Kera tirekseke artêşa dagirker teqandin.

Di 4’ê Sibatê de artêşa dagirker û tabûrên terorîst gundê Qestel Xidriya bi çekên giran topbaran kirin.

Di 5’ê Sibatê de li gundê Şîltehtê hêzên me nuqteyeke artêşa dagirker û tabûrên terorîst bi fûzeyan armanc girtin û di encamê de 4 leşker Tirk hatin kuştin.

Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst li gundê Çolaqa Xidriya bi çekên giran armanc girtin. Di encamê de sê malên sivîlan hilweşiyan.

Di 5’ê Sibatê de yekîneyeke hêzên me komeke leşkerên Tirk û terorîstan li nêzî Girê Bûkê bi fûzeyeke RBG armanc girtin û di encamê de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 6’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi çekên giran gundê Cela armanc girtin.

Di navbera hêzên me û leşkerên Tirkiyeyê û komên terorîst de li aliyê gundê Şêxorzê pevçûnên giran rûdan û di encamê de hejmareke leşkeran hatin kuştinn û panzêreke BMB a dagirkeran hate teqandin.

Di 7’ê Sibatê de gundê Qestel Xidriya ji aliyê artêşa dagirker û komên terorîst ve rastî êrîşa bi çekên giran hat.

Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi armanca dagirkeriya gundê Şêxorzê êrîşeke dijwar pêk anîn. Di encamê de şervanên me gelek pevçûn li dijî wan pêk anîn û di encamê de bi dehan êrîşkar hatin kuştin.

Di 6’ê Sibatê de artêşa dagirker li gundê Şêxorzê bi armanca tunekirina şervanên me û terorîstên xwe di heman demê de êrîşek pêk anî. Di encamê de hinaseya hejmareke şervanên me teng bû û li gorî agahiyan hinaseya nêzî 20 terorîstan jî teng bû. Guman e artêşa dagirker topên bi gazê dagirtî ne bikar anîne.

Di 7’ê Sibatê de Hêzên me li dijî nuqteyeke artêşa dagirker û komên terorîst çalakiyek li girê gundê Tobela pêk anî. Di encamê de gir ji destên terorîstan hate rizgarkirin û hejmareke leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn.

Di 7’ê Sibatê de şervanên gundê Baxçe yê li nêzî sînor ji destên dagirkeran rizgar kirin.

Di 7’ê Sibatê de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û terorîstan de li girê gundê Kurrê ya li nêzî gundê Qurnê pevçûnên giran rûdan. Di encamê de gelek ziyanên canî bi dagirkeran bû. Li gorî hatiye piştrastkirin 5 terorîst hatin kuştin û bêtirî 20 cenazeyên çeteyan li qada şer man.

Di 7’ê Sibatê de şervanên me siwareyeke leşkerî ya dagirkeran desteser kirin.

Di 7’ê Sibatê de şervanên me bi fûzeyekê tankeke artêşa dagirker armanc girtin û di encamê de bi temamî hate teqandin.

Di 8’ê Sibatê de di navbera şervanên me û leşkerên dagirker û komên terorîst de li gundê Şêxorzê pevçûnên dijwar rûdan. Di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bû. Şervanên me piştrast kirin ku 27 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 8’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundê Kotana bi çekên giran armac girtin û di encamê de gelek ziyan bi malên welatiyan bûn.

Di 8’ê Sibatê de balefirên artêşa dagirker derdora girê Kevrê Ker armanc girtin.

 

Eniya navçeya Reco

 

Di 1’ê Sibatê de şervanên me siwareyeke leşkerî ya artêşa dagirker li nêzî Kevrê Ker armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker gundên Elî Begê û Moseka bi çekên giran armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker navenda Reco armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst navneda Reco bi 8 topban armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker çiyayê gundê Çobana armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de di bersivdayîneke şervanên me de li dijî jêderên topbarana dagirkeran 4 terorîst hatin kuştin û di nava wan de fermandarekî tabûra Şuhada Bedir hebû.

Di 2’yê Sibatê de li derdora girê Kevrê Ker di navbera şervanên me û leşkerên artêşa dagirker û komên terorîst de pevçûnên dijwar rûdan.

Di 2’yê Sibatê de şervanên me alavekeleşkerî ya artêşa dagirker teqandin.

Di 2’yê Sibatê de saet di 17:00’an de artêşa dagirker û komên terorîst bi çekên giran navenda Reco û derdora wê armanc girtin.

Di 3’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker gundên Cela, Çanîka, Çeqmaqa û çiyayê Bêla armanc girtin.

Di 3’yê Sibatê de 4 fûze li derdora navenda Reco saet di 11:00’an de ketin.

Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane gundê Xilalka topbaran kirin.

Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane derdora navenda Reco topbaran kirin.

Artêşa dagirker û komên terorîst navenda Reco bi çekên giran armanc girtin û 8 top li destpêka bajaroka Reco ketin.

Di 6’ê Sibatê de li derdora gundê Dîkmedaşê di navbera hêzên me û leşkerên Tirk û komên terorîst de pevçûn rû dan.

Di 6’ê Sibatê de bêtirî 30 topên dagirkeran li derdora gundê Moseka û destpêka bajaroka Reco ketin.

Di 7’ê Sibatê de li gundê Bilêlka artêşa dagirker û komên terorîst hewl dan pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.

Di 8’ê Sibatê de li gundê Elbîskê di navbera şervanên me û leşkerên Tirk û komên terorîst de pevçûnên giran rûdan û di encamê de tankek êrîşkaran hate teqandin.

Di 8’ê Sibatê de li eniya Kevrê Ker di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û terorîstan de pevçûn rûdan.

Şervanên me çalakiyeke bi bandor li dijî komeke dijminan pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 8’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane navenda Reco armanc girtin û 13 top li nava xaniyên sivîlan ketin.

Di 8’ê Sibatê de herdu gundên Moseka û Hopka rastî topbaraneke dijwar ji aliyê êrîşkaran ve hatin.

Di 8’ê Sibatê de gundên Cela û Çeqmaqa bi awayekî hovane rastî topbarana bi çekên giran ji aliyê êrîşkaran ve hatin.

 

Eniya Şehba

 

Di 1’ê Sibatê de hêzên me li dijî xalên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li nêzî embarxaneyên genim ya li gundê Kebrîn bi 14 fûzeyan armanc girtin.

Di 1’ê Sibatê de şervanên me komeke dijminan li gundikê Kecrîn bi sê fûzeyan armanc girtin.

Li başûrê Marihê hêzên me du tankên dagirkeran armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de li derdora Kelcibrînê 4 navendên dagirkeran armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de li derdora Marihê hêzên me 9 navendên dagirkeran armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de li derdora bendava Şehba di navbera hêzên me û komên terorîst de pevçûn rûdan.

 

Eniya navçeya Mabeta

 

Di 2’yê Sibatê de hêzên me di çalakiyekê de 2 leşkerên Tirk kuştin û topavêjên dagirkeran derdora gund armanc girtin.

Di 3’yê Sibatê de hêzên me li gundê Mehmila tankeke dagirkeran teqandin û kesên têde jî hatin kuştin.

Di 4’ê Sibatê de artêşa dagirker bombeyên ronîkirinê avêtin ezmanê gundên Xelîl Gulko û Alkana, piştî ku li derdora van herdu gundan pevçûnên giran rûdidan.

 

Eniya Cindirêsê

 

Di 1’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi topan mizgehfta Cindirêsê armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst navenda Cindirêsê û gundê Hemamê bi hovîtî topbaran kirin.

Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst taxên rojavayê navenda Cindirêsê di saetên nîvê şevê de bi topan armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de di navbera şervanên me û dagirkeran de li gundên Aşka rojava, Hemam, çiyayê Beyreqdar pevçûnên dijwar rûdan û dagirkeran êrîşên ezmanî li dijî van gundan pêk anîn.

Artêşa dagirker û komên terorîst bi topban gundê Hemamê armanc girtin.

Li derdora girê Qaziqlî û girê Şehîd Seydo di navbera hêzên me û artêşa dagirker û komên terorîst de pevçûn rû dan.

Di 5’ê Sibatê de hêzên me li derdora gundê Hesîrkê tankek teqandin û leşkerên têde jî hatin kuştin.

Li derdora gundê Mihemediyê balefirên keşfê geriyan û tiştên reş avêtin eniyên şer lê evan tişt nehatin zanîn ku çi ne.

Gundê Dêr Belûtê ji aliyê tank û topavêjên dagirkeran ve rastî êrîşên dijwar hat.

Gundê Sindiyankê ji aliyê artêşa dagirker ve rastî êrîşa topan hat.

Di 7’ê Sibatê de şervanên me siwreyeke leşkerî li nêzî gundê Hemamê armanc girtin û bi temamî teqandin.

Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst mezara şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqlî armanc girtin.

Di 7’ê Sibatê de hêzên me bi çekên giran tevgereke dijminan armac girtin. Di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.

Di 8’ê Sibatê de li aliyê çiyayê Beyreqdar û di navbera herdu gundên Hemamê û Aşka de di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên dijwar rûdan.

 

Eniya navçeya Şera

 

Di 1’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên Baflûnê, Dîkmetaş, Ereb Wêran bi topavêjan armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên Dêrsiwan, Ereb Wêran, çiyayê Baflûnê, Vîlat El-Qadî bi awayekî hovane bi çekên giran armanc girtin.

Di 3’yê Sibatê de hêzên me tirekseke artêşa dagirker armanc girtin û teqandin.

Di 4’ê Sibatê de hêzên me li gundê Şîltehtê bi fûzeyan komeke dagirkeran armanc girtin û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di 5’ê Sibatê de Hêzên me komeke leşkerên artêşa dagirker li derdora gundê Qestel Cindo bi fûzeyan armanc girtin û di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.

Di 5’ê Sibatê de li derdora gundê Dîkmetaş û li girê wê di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûn rûdan.

Artêşa dagirker bi topan gundên Meydankê û Çema armanc girtin.

Di 8’ê Sibatê de hêzên me li dijî komeke leşkerên Tirk çalakiyek pêk anîn û di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

 

Eniya navçeya Şêrewa

 

Di 7’ê Sibatê de du top li gundên Basûfanê û Birc Heyderê ketin û di encamê de ziyan bi xaniyên sivîlan bûn.

 

Eniya navçeya Şiyê

 

Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker bi çekên giran navenda Şiyê armanc girt.

Di 2’yê Sibatê de şervanên me du panzêr û siwareyeke leşkerî li derdora gundê Xelîl Gulko teqandin.

Di 5’ê Sibatê de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera şervanên me û dagirkeran de pevçûnên giran rûdan û di encamê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 6’ê Sibatê de Sekvanekî hêzên me li derdora Girê Îzaha yê nêzî gundê Xelîl Gulko du leşkerên Tirk armanc girtin.

Di 6’ê Sibatê de şervanên me li Girê Îzaha çalakiyeke bi bandor pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 6’ê Sibatê de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera hêzên me û artêşa dagirker de pevçûnên dijwar rûdan.

Hemû eniyên şer ên navçeya Şiyê bi çekên giran û bi awayekî hovane ji destpêka êrîşa li dijî herêma Efrînê ve rastî êrîşan tên.

Di 8’ê Sibatê de li derdora gundê Xelîl Gulko hêzên me siwareyeke leşkerî ku doçka li ser ya dagirkeran armanc girt û bi temamî teqand û 11 leşkerên Tirk jî hatin kuştin.

 

Eniya navçeya Meydankê

 

Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker bi 4 topban dibistana gundê Meydankê û malên sivîlan armanc girt.

Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi topan navneda belavkirina ava vexwarinê ku avê ji welatiyên bajarê Efrînê re peyda dike armanc girtin û di encamê de ziyanên mezin bi navendê bûn.

 

Eniya Ezazê

 

Di 8’ê Sibatê de hêzên me tevgereke dijminan bi çekên giran armanc girtin.

 

Kobanê

 

Di 4’ê Sibatê de leşkerên Tirk siwareyên sivîlan li gundê Sosik a rojavayê Girê Spî armanc girtin û di encamê de ziyan bi van siwreyan bûn. Hêzên me jêderên agir armanc girtin û li ser vê yekê bi çekên doçka di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de pevçûn rûdan.

Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker bi tank û topavêjan gundê Zormixarê yê li ber çemê Firatê armanc girtin.

Di 2’yê Sibatê de dewleta Tirk hewl da terorîstan derbasî bajarê Girê Spî bike û di navbera hêzên me û van terorîstan de pevçûn rûdan. Di encamê de 4 terorîst hatin kuştin û yên din jî paşve reviyan.

 

Minbic

 

Di 2’yê Sibatê de çeteyên girêdayî Mertala Firatê û leşkerên Tirk gundê El-Hoşeriyê yê bakurrojhilatê Minbicê û derdora wê bi çekên giran armanc girtin û hêzên me jî bersiva êrîşkaran dan.