QSD`ê derbarê şerê li gundên Serinckê û Şêxûrzê daxuyaniyek da
- 11 Sibat 2018 | Nûçe

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê îdîayên çapemeniyê Tirkiyê derewand.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê şerê li Şêxûrzê û Serinckê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîayên çapemeniyê dewleta Tirk derewand.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
ʺHinek dezgehên çapemenî yên Tirkiyê, îdîa dikin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Serinckê yê nêzî gundê Şêxurzê yê Bilbilê kontrol kirin da ku moralên terorîstên xwe ku derbeyên giran ji hêzên me dixwin, rabike.
Em wekî Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê tekez dikin ku gundê Serinckê ne di bin dagirkeriya artêşa Tirk û komên terorî de ye. Berovajî wê li aliyê gundê Şêxûrzê şerên giran rû didin û artêşa dagirker nikaribû bi pêşve were, ji ber vê yekê jî êrîşî gundê Sarinckê kir.
Hêzên me bersivek tûnd dan û di encamê de du erebeyên leşkerî ku yek ji wan panzêr bû hatin rûxandin. Çete û leşkerên din piştî cenazeyên xwe rakirin reviyan.
Her wiha em tekez dikin ku li eniyên Bilbilê û Şêxûrzê hêzên me li berxwe didin û dijmin bi pêş neketiye.ʺ

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
