QSD: Di bersiva şervanên me de bêtirî 30 çete hatin kuştin

  • 27 Sibat 2018 | Nûçe

Daxuyaniya Navneda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

Şera

Hêzên me êrîşa leşkerên Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê li derdora gundê Umera şikandin û di navbera hêzên me û êrîşkaran de pevçûn rû dan. Di encamê de derdora gund ji çeteyan hate paqijkirin û ziyanên mezin bi êrîkaran bûn. Li vir her wiha 20 çete hatin kuştin û siwareyeke leşkerî bi temamî hate rûxandin.

Ji saetên sibê ve leşkerên Tirk û komên çete bi çekên giran gundê Umera topbaran kirin û heta dema amadekirina vê raporê topbarana dagirkeran berdewam dikin. Balefirên şer jî bêtirî 15 êrîş li dijî gund pêk anîn.

Mabeta

Leşkerên Tirk û komên çete li derdora gundê Kurka êrîş kirin. Êrîşa çeteyan rastî bersivan şervanên me hat û di encamê de pevçûn rû dan. Di pevçûnan de 4 çete hatin kuştin.

Şiyê

Herdu gundên Senarê û Anqelê ev sê roj in bê navber ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê ve tên armanc girtin. Hemû êrîşên dagirkeran ji aliyê şervanên me ve hatin bersivandin. Êrîşên dagirkeran di bin sîwana balefiran û çekên giran de pêk dihatin. Di encama pevçûnên li vê eniyê 7 çete hatin kuştin.

Cinderêsê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navneda Cindirêsê û gundê Yalanqozê armanc digirin. Di encama topbarana dagirkeran de li gorî agahiyên destpêkê 2 welatiyên sivîl şehîd bûne û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Topbarana dagirkeran hêjî berdewam dike.

Helîkopterên dagirkeran di saetên êvarê de êrîşî gundê Hêkiçê kirin. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de tirekseke dagirkeran hate rûxandin û tirekseke din hate bêbandorkirin.

Reco

Li derdora gundê Mûskê şervanên YPJ’ê êrîşa leşkerên Tirk û çeteyên wê şikandin. Di encama êrîşê de du siwareyên leşkerî yên êrîşkaran hatin rûxandin û kestên têde jî hatin kuştin.

Şêrewa

 

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Celemê topbaran kirin û di encamê de gelek ziyan bi malên welatiyên sivîl bûn. Her wiha hin welatiyên gund birîndar bûn.”

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Gulan 2021

Em rêheval Xemgîn Azadî bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Gulan 2021