QSD: Di 24 saetên dawî de 95 çeteyên Tirk hatin kuştin
- 11 Adar 2018 | Nûçe

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Efrînê, 95 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
ʺTevî ku Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî biryara hejmar 2401 a rawestandina şerê li Sûriyê girt, dewleta Tirk êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û biryara rawestandina şer binpê dike. Dewleta dagirker bi hemû cûreyên çekan û balafiran li gelê me siyaseta qirkirinê dide meşandin. Li hember van êrîşan em neçar in di çarçoveya mafê xweparastinê de, bersiva êrîşan bidin.
Bajarê Efrînê
Ji duh ve, li derdora gundê Xalta şerên giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Di şerê ku heta niha li derdora gund rû dide, erebeyeke doçka b temamî hate rûxandin û 37 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha dagirkeriya Tirk derdora gund bombebaran û topbaran dike.
Cindirês
Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir û çekên giran êrîşî gundên Keferdela, Feqîra û Qoçîma dike.
Bilbilê
Ji şeva din ta van kêliyan, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin. Her wiha navenda navçeya Bilbilê tê bombebaran û topbarankirin. Heta niha zêdetirî 250 top li navenda navçeyê kete. Di şerê ku heta niha dewam dike de, 27 çete hatin kuştin.
Li aliyê gundên Qestel Xidriye, Çoleqa û Xedra şerên giran ji duh ve di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Di şerê ku heta niha dewam dikin de, 17 leşker û çete hatin kuştin.
Mabata
Li gundê Birmîce jî şerên giran heta niha dewam dikin û di encamê de 14 teror hatin kuştin. Her wiha gund hatin bombebaran û topbarankirin.

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
