QSD: Êrîşkaran derbeyên giran di 24 saetan de xwarin

  • 14 Sibat 2018 | Nûçe

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk a Efrînê bi daxuyaniyekê encamên şer û pevçûnên di navbera şervanên berxwedana serdemê û artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê de eşkere kirin.

 

Efrîn/navenda bajêr

 

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê navneda bajarê Efrînê û çerxeriya gundê Ênhecerê ji seaetên serê vê sibê ve bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran heta saet 11:00’an dom kir.

 

Şevê din saet di 19:00’an de jî dagirkeran bi çekên giran taxa Eşrefiyê û gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve topbaran kirin.

 

Şera

 

Li eniya gundên Sarîncekê û Duraqliya artêşa dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran derdora herdu gundan heta saet 17:00’an topbaran kirin.

 

Piştre di navbera şervanên me û hêzên dagirker de pevçûn rûdan û piştre jî balefirên dagirkeran gundê Duraqliya bombebaran kir.

 

Ji saetên sibê ve artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Dêrsiwanê bi çekên giran topbaran kir û heta saet 11:00’an berdewam kir. Di encamê de ziyan bi mal û milkên welatiyên sivîl bûn.

 

Şiyê

 

Li eniyên navçeya Şiyê artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran hemû gundên navçeyê topbaran kirin. Topbaran ji şevê din heta îro saet 11:00’an berdewam kir.

 

Li gundê Çeqela hêzên dagirker bi çekên giran heta dema amadekirina vê nûçeyê gund topbaran dikin.

 

Reco

 

Li eniya gundê Qude di navbera şervanên me û hêzên dagirker de pevçûnên dijwar rû dan. Şervanên me êrîşeke dagirkeran li vê eniyê şikandin û hin çekên dagirkeran desteser kirin. Çete neçar man paşve birevin.

 

Îro ji serê sibê ve artêşa dagirker bi çekên giran gundê Qude û derdora wê topbaran dikin, balefirên dagirkeran jî bê navber li ezmanê vê deverê digerin.

 

Bilbilê

 

Di navbera şervanên me û hêzên dagirker de şevê din saet di 19:00’an de pevçûnên giran rûdan û di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bû û li gorî şeranan piştrast kirine tankeke êrîşkaran hatiye teqandin.

 

Ji saetên serê sibê ve balefirên keşfê yên artêşa dagirker li ezmanê navçeya Bilbilê bê navber digerin. Hêzên dagirker gir û gundên navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.”

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020