Peyama Fermandariya Giştî ya YPG Ji Bo Malbatên Shirley, Savage û MacTaggart

  • 23 Îlon 2016 | Daxuyanî

Malbatên rêzdar yên Levi Shirley, William Savage û Jordan MacTaggart, gelê serbilind yê Amerîka
 
Ji destpêka Berxwedana Kobanê di sala 2014’an de, dilxwazan ji her çar aliyê cîhanê li gel me, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojava (Kurdistana Sûriyê), di peywendiyek zindî de bûne ta ku beşdarê tevgera me bibin û di têkoşîna me de piştevan bin. Lê çi ye ku dihêle jin û mêrên ciwan ji Amerîka hezaran kîlometran sefer bikin û li cihekî ku di Sûriyê de teqrîben nenas bû şer bikin?
 
Rojava wekî alternatîfek pêşverû di nav tevliheviya li Sûriyê de xwe hildaye, li cihekî ku laş û rûhê mirovan li bajarên wêranbûyî de hatine şkênandin, me ji bo bindestan, ji bo biratiya rasteqîn di nav xelkên rengîn li herêmê de kar û xebat kiriye. Ev e tişta ku em bi we re gelê bi rûmet yên Amerîkayê parvedikin, xwestekek xurt ji bo azadiyê. Meraqa me ya mezin rawestandina komek hov e ku di heqqê her kesê li wê herêmê û li tevahiya dinyayê de zilm kiriye, ji ber ku em bigihîn armancek wisa pêwîstî bi têkoşînek xurt hebû ku derveyî netew, ziman, reng an olê difikire û dimeşe.
 
Zarokên we ji bo piştgiriya gelekî hatin ku bi sedan salane bindest bûne û ji aliyê çar welatên dagirker hatine qetilkirin. Kurdan beriya niha digotin ku 'tenê çiya dostên me ne', lê belê zarokên we û bi sedan weke wan îspat kirin ku li kûderê têkoşînek ji bo nirxên gerdûnî yên mirovahiyê hebe, ew wê li wir bin ta ku cihê xwe di nav de bigirin. Tişta ku zêdetir girîngiya biryara zarokên we dide berçav taybetmendiya wê herêmê ye ku tê de jiyana xwe feda kirine, li bajarê Minbicê nêzîkê sînorê Tirkiyê ku yekrast deriyê terorê bû ber bi cîhana derve.
 
Weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel, em careke din sersaxiyê ji bo windahiyên we dixwazin. Em rêz li ber malbatên şehîd digirin û spasiya gelê bi rûmet yê Amerîka dikin. Zarokên we li Rojava ji bo heqîqetê şehîd bûn, û niha jî bi hezaran keç û xortên me zarokên we ne ku rêya rast ya şehîdên we dişopînin.
 
Fermandariya Giştî ya YPG
16 Îlon 2016

Em rêhevalê xwe Zehredîn Osê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 18ê Gulan 2020

Ji raya giştî re!

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel -YPG | 29-04-2020 Nûrî Mehmûd

Em 7 rêhevalên xwe yê di sala 2016’an gihîştinê şehadetê bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Nîsanê 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019