Pêngava 4′an a Xezeba Firatê dest pê dike

  • 13 نيسان 2017 | Daxuyanî

Ji çapamenî û rayagiştî re:

Li ser navê Fermandariya Giştî ya Xezeba Firat’ê, em merhaleya çaremîn ya destpê kirina Pêngava Xezeba Firat’ê ya paqijkirina gundewarên bakûrê Reqqa û geliyê Celeb ya bi armanca rakirina astengiyên herî dawî yên li pêşiya rizgarkirin bajarê Reqqa’yê radigihînin. Ev merhale dibe merhaleya temam kirina dorpêça çeteyên DAIŞ’ê yên li Reqqa.

 

Ev operasyon bi tevlîbûna hêzên cûr be cûr yên di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û bi raterast piştgiriya hêzên qoalîsyona nawneteweyî ya berfireh pêk tê. Pêvajo ji di milan ve tê birêve birin: rojava-rojhilatê bajar, Celeb û bejahiya bakurê bajarê Reqqa. Em bang li gelê xwe û li gelê herêmê dikin ku bi Hêzên Suriya Demokratik ve di nav hevkariyeke xurt de û ji bo ewlekariya xwe bi xwe li hember bûyerên weke metalên zindî bikaranîn şiyar bin û qadên ku çete lê ne dur bisekinin.

 

Bila bê zanîn ku em ê ji bo parastina wan hemû hewldanên pêwîst pêş bixin. Em piştgiriya gelê xwe yê bi Hêzên Suriya Demokratik û berxwedana wan silav dikin. Em, bi paqijkirina bajar û tunekirina çeteyan, soza serkeftinê ya bi rizgarkirina bajarê Reqqa’yê careke din didin gelê xwe û hemû cîhanê.

Bijî Suriya Demokratîk!

Bijî Biratiya Gelan!

Bimre Terorîzm û Hemû Hevkarên Wê!

 

Fermandariya Giştî ya Xezeba Firat’ê| 13 Nîsan 2017