Pêngava 3ʹyemîn a Xezeba Firatê didome

  • 05 Adar 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Em di Odeya Çalakiyan a Xexeba Firatê de ji raya gitşî re radighînin ku Pêngava Sêyemîn a Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayî hatibû rawestandin, carde didome.ʺ

 

Armanca me di berdewama hemleya xwe ya ku îro hatiye destpêkirin de, ji bo qutkirina Reqqa ji Dêra Zor ye. Em ê herêmên ber ava Firatê bi temamî bixin destê xwe da ku em dorê li Reqqa bigirin û çeteyan di hundirê wê de bixin çemberê. Ev hemele bi awayekî kordînekirî bi Koalîsyona Navdewetlî ya li dijî DAIŞʹê  ku piştgiriya ezmanî û şêwirî li ser erdê didin hêzên me pêk tê.

 

Hefteya derbasbûyî de fersetek ji hêzên me re hat ku em amadekariyan bikin û pîlanên xwe ji nû ve pêk bînin. Da ku em bighêjin wê astê ku em bi vê rewşa hesas re têkildar bin. Amadekariya hêzên me temam bûne û muralê şervanan bilinde. Em li benda şerekî û berxwedan li dijî dijminan in, em bawer dikin ku hêzên me dê erka xwe serkeftî bi dawî bike. Li ser vî esasî em mizgîniya rizgarkirina gelê me ya herêmê parve dikin û em bang li hemû welatiyan dikin ku piştigirya hêzên me bikin û li derdora hêzên me kom bibin. Em soz dikin ku em ê sivîlan bi hemû hêza xwe biparêzin, ji bo em gelê xwe yê sivîl biparêzin, bi ewle bikin û dûrî herêmên şer bikin, em ê tekoşînê mestir bikin.

 

Navenda Odeya Çalakiyan a Xexeba Firatê| 05 Adar 2017