Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

  • Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

Yek ji leheng û pêşrevên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, hevrêyê me Şahîn Amed di roja 11ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê di encama nexweşiya dil de şehîd ket.

Rêheval Şahîn Amed di nav hewlên destpêkirina şoreşa Rojava de xwedî ked, azwerî û fedakariyek mezin bû. Rêheval Şahîn, wek gelek qehremanên ku di oxira şoreşê de xwe fedayî welatê xwe kirin, bi hîsek welatperweriya berz xwe li xizmeta gelê xwe rakişand. Li gelek herêmên Kurdistanê de têkoşîn meşand. Hîn di destpêka şoreşa Rojava de bê sekn û tebat, bi perwerdekirina bi sedan ciwanên Kurd û Ereb, bû xwedî tevkarî di avakirina Yekîneyên Parastina Gel de. Hevrê Şahîn di salên 2011-12an de, yek ji yekem kesan bû ku li Rojavayê welat di xebatên leşkerî û avakirina hêza parastinê de pêşengî kir.

Di 19ê Tîrmeha 2012an de, bi rizgarkirina Kobanî şoreşa Rojava pêş ket. Rêheval Şahîn Amed di têkoşîna rizgarkirina Kobanî de jî, bi fedakarî û cesaretek mezin pêşengî kir. Bi sekn û têkoşîna xwe rêheval Şahîn ji bo bi hezaran ciwanên Kurd bû peyamek şoreşgerî da ku ciwan di nav refên têkoşînê de cîhê xwe bigirin. Di pêvajoya li pey vê a ku bi xwîn û şerek mezin derbas bû, rêheval Şahîn di serî de Serêkaniyê, li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê ii dijî metirsiya paşverû a komên çete fermandariya şer kir. Di rizgarkirin û parastina herêmên Cizîrê de, di hemû pêngavan de cîhê xwe girt û xwe ji erka xwe ya dîrokî paş de neda.

Rêheval Şahîn Amed, di 11ê Tîrmehê de, li bajarê Hesekê di encama nexweşiyê de şehîd ket. Wî li seranserê Rojavayê Kurdistanê, bi ked û xebata xwe ya bêhempa, weke fermandar û şoreşgerek ku beriya herkesî berê xwe da şoreşê, navê xwe bi tîpên zêrîn di dilê gelê me û hemû gelên pêşverû ên cîhanê de nivîsand. Em wek Fermandariya Giştî a YPG rêheval û şoreşgerê mezin Şehîd Şahîn Amed bi rêzdarî bibîrtînin. Em ê wek peyrev û hevalên wî, xeyalên wî bicîh bînin. Em ji malbata şehîd û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Gulan 2021

Em rêheval Xemgîn Azadî bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19 Gulan 2021