Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019 | Daxuyanî

Operasyonên Yekîneyên Antî Teror li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li herêmê bê navber didomin. Di navbera dîrokên 2 û 9ê Îlonê de li herêmên Dêrezor û Şedadê bi 3 operasyonên serkeftî 4 serçeteyên ku bi erkên girîng yên koma terorê ya DAIŞê radibûn hatin desteserkirin û 2 çeteyên din hatin kuştin.


Berfirehiya agahiyên di derbarê operasyonên yekîneyên me de wiha ne:
 

  1. Di dîroka 2ê Îlonê de yekîneyên me li herêma Dêrezorê li dijî serçeteyek ku berpirsek karûbarên aborî ya şaneyên veşartî bû operasyonek taybet pêk anî. Di operasyonê de serçeteyê bi navê E.M hat girtin, herwiha hejmarek mezin dokuman û amûrên din jî hatin desteserkirin.

     
  2. Di dîroka 6ê Îlonê de hêzên me li herêma Dêrezorê ser bi maleke ku serçeteyê bi navê Xelef Elî Baş el-Bekirî tê de bû de girt. Di operasyonê de li gel serçeteyê navborî 2 çeteyên din jî hatin girtin. Herwiha çekek AK-47 û hejmarek alavên leşkerî hatin girtin.

     
  3. Di dîroka 9ê Îlonê de hêzên me girtin ser maleke li herêma Şedadê ku du çeteyên Iraqî xwe tê de vedişartin. Di encama operasyonê de her dû çete hatin kuştin.
     

Bi operasyonên demên dawî de hêzên Yekîneyên Antî Teror karibûn bi awayek serkeftî pêşî li gelek hewldanên êrîşan û tanzîmkirina çeteyan bigirin. Operasyonên yekîneyên me yên li hember şaneyên veşartî wê li hemû herêmê bê navber berdewam bike.
 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Zehredîn Osê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 18ê Gulan 2020

Ji raya giştî re!

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel -YPG | 29-04-2020 Nûrî Mehmûd

Em 7 rêhevalên xwe yê di sala 2016’an gihîştinê şehadetê bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Nîsanê 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019