Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!
DAIŞ herçiqas di herêmê de di aliyê erdnîgarî de hatibe xilaskirin jî, faaliyetên xwe yên rêxistinkirin û terorê didomîne. Ji bo ku aramiya herêmê xirab bike di nav liv û tevgerê de ye. Lê li hember wan hewldanên DAIŞê operasyonên hêzên me bênavber berdewam dikin û gelek derbên girîng ji rêxistinbûna DAIŞê re tê xistin.
Di vê çarçoveyê de; li roja 28ê Çileyê Yekineyên Antî Teror li herêma Dêrazorê, li gundê Teyana, li hember şaneyek DAIŞê operasyonek lidarxistin. Di vê operasyonê de 4 endamên DAIŞê hatin girtin. Herwiha gelek cebilxane hatin desteserkirin. Cebilxaneyê ku hat desteserkirin wiha ye:
47 hawan û 43 serikên hawanê
3 çekê AK-47, 5 jarjor û 80 fîşek
1 damençe
1 tifinga nêçîrê
Miqdarek TNT
Ji bo aramiya herêmê operasyonên hêzên me wê berdewam bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020
