Navê wan, Dilê wan, Rêya wan YEK: Du Rêhevalên Çeleng

  • 20 Puşber 2017 | Gotar

Heval Hêvîroza Mêrdîn Dêrika Çiyayê Mazî. Herkesî navê wê wisa dirêj dixwend û bi henekî dianî ziman. 
 
Me digot: “Heval Hêvîroza bila navê te Hêvî Mêrdîn be. Kes nikare navê te ewqasî dirêjke. Bila kurt û kurmancî be. Kurd ji dirêjkirinê hez nakin, navê te berovajî taybetmendiyê Kurdan e.”
 
Wê jî digot: “Na. Dema tu dibêjî ‘Mêrdîn’ giştî dibe. Divê navê Dêrik jî were gotin. Dema Dêrik were gotin jî divê bêjin Dêrika Çiyayê Mazî. Nexwe qabûl nakim. Çima? Ji ber ku li Rojava jî Dêrik heye. Dêrika Hemko ya Rojava ye, Dêrika Çiyayê Mazî ya Bakur e. Lewma tenê Dêrik nabe. Hêvîroza jî navê hevalekî şehîd e. Ji lewre ew jî tenê ‘Hêvî’ nabe. Encam; divê bêjin ‘Hêvîroza Dêrika Çiyayê Mazî’.”
 
Hevalên sabotajê hemû dibûn aliyek, Heval Hêvîroza dibû aliyek. Herî dawî ew biserket. Lêbelê carnan hevalan navê wê dirêjtir dikir û bi henekî wisa dianîn ziman: “Heval Hêvîroza Mêrdîn Dêrika Çiyayê Mazî.” Helbet ez jî di nav de me carnan wisa bang dikir. Taybet dema provaya dawîbûna dewreyê, me wisa navê wê dirêj dikir û bang dikir: “Heval Hêvîroza Mêrdîn Dêrika Çiyayê Mazî. Keremke.” Dema dor dihat Heval Hêvîroza hevalan bi yek dengî wisa bang dikir. Tabî herkes dikeniya… Heval Hêvîroza jî carnan diket qeyrana kenê û ji ber qeyrana kenê serê xwe dida ber xwe; lê dîsa jî nedikarî kenê xwe rawestîne. Gelek caran ji ber ku hemû heval pê re dikeniyan prova an îptal dibû an jî navber dihat dayîn.
Dema me dewreya sabotajê bi dawî kir, wekî ku Heval Hêvîroza dixwest navê wê hat xwendin. Carekî hevalekî got: “Heta navê te xwendin, em di bin tavê de reş dibin.”
 
Heval Hêvîroza jî wiha got: “Maşallah, ka hele tu li xwe mêzeke. Navê min gayet xweş e. Wek navê navdara dirêj û navûdeng e. Çavnebarî neke wîî.”
Dema merasîma esasî hat lidarxistin û dema navê Heval Hêvîroza hat xwendin, mêvanên tevlî bibûn jî têra xwe keniyan. Dewre, Gulana 2015’an de bi dawî bû. Piştî dawîbûna dewreya me ya sabotajê em kom bi kom li ser saha û herêman hatin belavkirin. Ez jî di nav de em giştî 5 heval çûn Til Hemîs ku diket Sahaya Şehîd Xebat. Koma Heval Hêvîroza 6 kes bûn û çûn Serêkaniyê ku diket Sahaya Şehîd Rûstem. Li ser biryara hevalan piştî çend heftiyan ez jî derbasî yekîneya (Hêval Hêvîroza) wan bûm. Yekîneya Şehîd Firat a Sabotajê wek navend li Serêkaniyê bû. Em nêzî 21 kes bûn û me di navbera xwe de li gor pêwîstiya herêman komxebat diyar dikirin. Lê wê çaxê pêvajo gelekî tîr û tije bû. Hema bêje em şev û roj li cepheyan bûn û hercarê em ji cihekî diçûn cihekî. Me plan û amadekariyên xwe li navendê dikir û di pratîkê de dixist meriyetê. 
 
 
Di wê pêvajoya tîr û giran de ji Serêkaniyê heta Girê Spî, ji Girê Spî heta Til Temir, ji Til Temir heta Siluk û Hesekê me karê mayinan dimeşand. Ji ber ku her roj heval pêş de diçûn qadên rizgarkirî hê bêtir fireh dibû, dema fireh dibû jî hêjmara hevalên sabotajvan têra qadê nedikir. Di wê pêvajoya têr û tije de me gelek hevalên xwe wenda kir. Hin heval birîndar bûn, hinek veqetiyan, hinek jî reviyan, çûn îxanetê. 
 
Helbet di wê pêvajoya giran de şerên pir dijwar diqewimîn û girêdayî wê, heval serkeftinên mezin bi destdixistin û pir bi lez pêş de diçûn. Me jî dixwest heta ji me tê, em jî li gor leza hevalan tevbigerin. Em carnan saet 3’ê şevê radibûn diketin ser rêya cephe. Ango heke mirov bêje, hem laş hem jî mejî diwestiya û li di ser de jî em carnan ji neçarî diketin şer.
 
Carekî ez û Hevalê Kurtay wek sabotajvan, hevalek jin a çekên giran, hevalek xort ê sekvan; em giştî 4 kes ji neçarî ketin şer. Gundekî li aliyê Silûkê bû. Çeteyan bi rêka sivîlan ji nişka ve, ji sê aliyan ve dor li me girtin. Em jî ji neçarî ketin şer. Di esas de heta ne mecburî be ne hevalên sabotajê, ne çekên giran ne jî yê sekvaniyê nakevin şer. Cihê wan û karê wan di şer de diyar e û cuda ye. Lê ew roj rojekî cuda bû. Me hev nêrî em 4 heval di nava şer de ne. Li ser êrîşa çeteyan heval bûn du beş. Di navbera du beşan de çem hebû. Ew roj Tirkiye ji aliyê Bakur ve ava çem berdabû û DAIŞ’ê jî pira çem teqandibû da ku hêzên me nekarin derbas bibin û bi hêsanî bin bixin. Ango hesabê ‘Hêzê Parçe Bike û Binbixe’ dikirin. Lê hesabên wan di serê wan de hilweşiya..
 
Ez û Heval Kurtay li aliyekî bûn. Heval Bişeng û Heval Hêvîroza jî li wî aliyê din bûn. Lêbelê agahiya me ji wan tinebû. Ji ber ku ew li Serêkaniyê bûn. Tesadûf çêbûye û ew jî hatine nêzîkî me û bêyî ku bigihêjin me şer derdikeve. Heval Hêvîroza û Heval Bişeng li ser bêtêlê dengê Heval Kurtay dibihîsin û li ser vê kêfxweş dibin. Lê dema agahî ji min nagrin dikevin nava fikaran û xemgîn dibin. Li ser vê her du heval dibêjin: “Heke dema em biçin wî alî Heval Guven sax be em ê wan hembêz bikin. 
 
Şer heta danê êvarî dewam kir. Piştî şer bi dawî bû heval hatin aliyê me. Hemû çeteyên êrîş kirin hatin kuştin. Hinekan xwe teqandin. Arazî tije cenaze bibû. Dema Heval Hêvîroza û Heval Bişeng hatin dîtin ku em sax in, pir kêfxweş bûn. Hindik mabû qîr bikin ezmana. Xwestin min û Heval Kurtay hembêzkin; lê dema dîtin ku derdora me tije heval in, sekinîn û xwe paşde dan.
 
Heval Hêvîroza got: “Wîî Xwedao! Heval Bişeng hele kovana binêre. Eger we ewqas mermî avêtibe, demek şerekî dijwar qewimiye. Heval Guven sankî tu zer bûyî.”
 
Min got: “Yaw hevalekî me birîndar bû, lê ji ber ku me destpêkê nedît û em dereng pê hesiyan heval gihîşt şehadetê.. Ya din jî havîn e û pir germ e. Av tinebû em tî man. Lewma wisa me.”
 
Heval Hêvîroza: “Welle rast e. Ji bo şehadetan xemgîn nebin. Moralê xwe nexin. Çete hemû hatin kuştin. Şikestin û reviyan. Em serketin.”
 
Min got: “Rast e. Lê ez vê rojê tucarî ji bîr nakim.”
 
Heval Hêvîroza: “Welle em li wî aliyê çem bûn, li ser bêtêla hevalan dengê Heval Kurtay dihat, lê dengê te nedihat. Me pir meraq kir. Me got Rebeno Guven çi bûye.” (keniya)
 
Min got: “Waa! Tiştek bibûya jî bila bibûya. Şer e şoreş e. Her tişt li me xweş e. Lê rûyê xayînan reş e. Tu zanî ez behsa kê dikim.”
 
H.Hêvîroza keniya û got: “Erê zanim. Wê dîrok wan efû neke Heval Guven. Xema nexwe. Te jî pir qehreman û xayin dîtiye, min jî dîtiye. Em hev dû fêm dikin. Damdan düşenin halini damdan düşen bilir. (Rewşa kesê ji ban dikeve; encex yê ji ban dikeve fêm dike). 
 
Min paçek reş li serê xwe girêdida. Di wî şerî de jî min girê dabû. Lê piştî şer xelas bû, ji bo rûyê xwe bişûm û av li serê bikim da ku honik bibim min derxistibû. Heval Hêvîroza pirsa paç kir:  “Heval Guven ka paçê te ê reş? Te hertim girêdida. Vê carê xuya nake.”
 
Min bi devkenî got: “Ji germa min derxist û ruyê xwe şuşt. Ji ber germa havînê ez pir xwêdan didim. Min ruyê xwe neşuşta, we yê bigota giryaye. Ma ne, tu dibêjî ‘tu zer bûyî.”
 
H.Hêvîroza û H. Bişeng bi dengekî bilind keniyan û gotin: “Maşallah. Me ne xwest wisa bêjin. Herkes dema dikeve şer ditirse normal e. Me got belkî tu jî tirsiyabî.” Dema wisa digotin H.Hêvîroza zimanê xwe derxist û beşişî. Tabî min fêmkir ku min dipîve. Lê helbet ez ketim ferqê û min got: “Ma hûn jî li wî alî ketin şer. Ma hûn tirsiyan? Heke hûn tirsiyabin em jî ji tirsa ricifîne.”
 
Dema min wisa got; ji min re got: “Na em qet ne tirsiyane. Me tilîlî dikşand û mermî direşand. Min got ‘H.Bişeng! Mekanizmayê bikşîne û mermiyan bişîne.”
Min got: “Peh peh. Çi edebiyat jî dike. Baş e. Em ji vir şûnde navê te têxin Sheman xwedavenda şer.”
 
H.Hêvîroza: “Na, na bila bimîne. Pêwîstiya me bi pesna nîne.”
 
Ewroj rojekî dîrokî bû. Me li wî cepheyi ji heftiyekî bêtir kar meşand. Me gelek mayin danin û gelek çete bi mayinên hevalên me çûn cinetê (!). Em gelek caran bi mirinê re rûbirû man. Lê wek dayika min gotî ‘Hê ecelê me nehatibû”.
 
Şerê wê rojê, di roja me ya dawî, ya li wî cepheyî de rû dabû. Dîsa heman rojê çeteyan gule li erebeya hevalan reşand. Di wê erebeyê de du hevalên jin hebûn û ji bo erzak çûbûn cihê lojîstikê. Lê dema vegerê de agahiya wan ji êrîşa çeteyan tinebû. Rêka ew tê re dihatin çeteyan xistibû bin kontrola xwe. Me li ser bêtêlê xwest ji wan re bêjin. Lê heta me agahî da, me hev nêrî hatin jî. Me li ser bêtêlê qîrkir û got: “Neyên çete hene. Li ser rêka we kemîn danîne.” Lê mixabin gotin hîn devê me de çeteyan li ser hevalan gulle reşand. Her du heval di maşînê de birîndar bibûn. Pir nêzî mebûn. Di navbera me û wan de kanalek avê hebû. Dema birîndar bûn, li ser bêtêlê agahî dan me. Me xwest ku heta BMB were parastina wan bikin. Me serhev-serhev gulle direşand li wî alî, da ku çete hevalên birîndar bi dest negrin. Dawiyê de me wan hevalan xelas kir; lê îcar mermiyên me pir kêm man. Min nişan digirt û yek bi yek mermî diavêt. Lewma herî zêde mermiyên min hebûn. Hevalê sekvan jî nedikarî bireşîne. Ji ber ku çeka karnas bikar dianî ew jî pasîf dima. Di parastinê de li cepheyê herî pêş em tenê 4 heval bûn. Apşê hêjmara me bû 5. Di wî şerî de gelek bûyerên balkêş hebûn. Lêbelê pêwîstî bi dirêjkirinê nabînim.
 
 
Dema me şahî lidar dixist û moral çêdikir Heval Hêvîroza piranî strana Koma Awazê Çiya ya bi navê ‘Umutsuz Olmaz’ (Bê Hêvî Nabe) digot. Di yekîneya me ya sabotajê de yekî bi navê Umut hebû. Piştre çû îxanetê. Hevalek jî bi navê Hêlîn Amed hebû û di dewreya me de komîsyontî dikir. Hem teorîk hem jî pratîk perwerdeya sabotajê dida me. Heval Hêlîn li gundeki Şedadê, dema xwest xaniyekî ji mayinan paqij bike, mayin teqiya û şehîd ket. 
 
İcar beriya Umut biçe îxanetê û beriya Heval Hêlîn bigihîje şehadetê hertim bi hev re di şahiyan de strana ‘Umutsuz Olmaz’ digotin. Heval Hêlîn jî stranek Zazakî ya bi navê ‘Ez To Re’ digot. H. Hêvîroza bi wan ve girêdayî bû. Ji ber ku Tirkî ‘Umut’ Bi Kurdî ‘Hêvî’ tê gotin navê wan jî dihat heman wateyê. Li ser vê yekê di şahî moralan de piranî strana ‘Umutsuz Olmaz’ digotin. Lê piştî ku Umut çû îxanetê di H.Hêvîroza de sekinandinek, fikrandinek demkî çêbû. Lewma dema ku şer xelas bû, min bi henekî jê re got: “We strana ‘Umutsuz Olmaz’ jî got negot?” 
Keniya û got: “Yaw H.Guven dev jê berde. Tu jî dibêjî ya; ‘Mirov e. Şîrê xav vexwariye. Çi bike ne diyar e. Pir neyê girêdan.’ Rast e. Divê mirov bi kesayetan ve pir neyê girêdan.”
 
Min got: “Welle helal be ji te re. Wê çaxê tu jî moralê xwe nexe.”
 
Rojekî em li navenda me ya Serêkaniyê, di bin sîwanê de runiştîbûn û me strana Şehîd Delîla ‘Şifa İstemem’ guhdar dikir. Dema hat beşa çarêza duyêmin, min bi dengekî bilind xwe da ber stranê û got:  “
 
Kolay mı gerçeğe ermek, (Ma hêsan e mirov bigihîje rastiyê,)
 
Dost bağından güller dermek, (Ji baxçeyê dostê xwe gul kom bike,)
 
Orda kalsın değer vermek, (Bila li wir bimîne qimetdayîn)
 
Yeter ucuza satmasın.” (Bes, bila erzan nefiroşe)”
 
Dema min wisa xwe tevlî stranê kir û got H.Hêvîroza fêmkir ku ez ji bo Umut’a xayin dibêjim, lewma li min nêrî û keniya. Got: “Yaw H.Guven. Bi rastî jî tiştek nabêjim.”
 
Min got: “Ma pêwîst dike bêjî. Stran eşkere ye. Vekirî ye. Ez bim, ez ê weke stranê tevbigerim.
 
Heval Hêvîroza du caran pir bandor bibû. Yek dema Umut çû îxanetê, ya din jî dema Heval Hêlîn şehîd ket. Ji xwe piştî demekî navê xwe guherand û kir Hêlîn. Piştî îxaneta Umut, H.Hêvîroza xwe da H.Hêlîn Amed. Jixwe yê herî zêde jê re dibû alîkar û destek dida wê, H.Hêlîn Amed bû. Lewma piştî şehadetê demek şûnde Heval Hêvîroza navê xwe kir Hêlîn. 
 
Heval Hêvîroza, cihê ku lê dima tucaran xwe ji pirsgirêkên wir cuda nedidît. Carekî kampa sabotajê de pêşniyarek kir. Got: “Heval pêşniyara min e, bila heval giştî bi hev re rojekî biçin seyranê. Wê demê hevalê rehet bibin. Wê hûndirê xwe, enerjiya xwe vala bikin.” Ji ber ku wê çaxê gelek pirsgirêkên jiyanî rû didan. Weke bêhntengî, acizî, ûslub, dereng mayîn an jî gorxwe tevger derdiket carnan. Ji lewre H.Hêvîroza pêşniyarek wisa kir û sedemê pêşniyara xwe jî wiha vegot: “Ez dibêjim, dema mirov demek dirêj di cihêkî derdora wê hatî girtî de dimîne, bêhna wî teng dibe û pê re acizî derdikeve. Lewma pirsgirêk jî peyhev tên û dema çareser nabin jî serhev kom dibin. Lewma çareseriya herî baş li gor min derketina derveyî wargehê (qampê) ye. Bila heval rojekî diyar bikin û em hemû bi hev re derkevin seyranê. Ez dibêjim wê demê wê pirsgirêk kêm bibin û heval di aliyê dêrûnî de rehet bibin.” 
 
Ev pêşniyar hat pejirandin û heval bi hev re çûn Eyndîwerê. Piştî 3 mehan cara yekemîn bû ku em ji wargeha sabotajê derdiketin. Bi rastî jî dema mirov demdirêj di cihekî girtî de dimîne bêhnteng dibe. Ya din jî bênavber perwerde û teorîk mirovan heta astekî bêzar dike. Ruxmê ku me carnan şahî li dardixist, stran digot û govend digerand jî ev rewşa neyênî dewam dikir. Lê bi pêşniyara Heval Hêvîroza heval kêmek rehet bûn û rojekî ku nayê ji bîr kirin da jiyandin. Ev yek jî nişan dide ka Heval Hêvîroza çiqasî hevalên xwe difikire û xwedî çareseriyê ye.
 
 
HÊLÎN AMED
 
Bêguman di vir de pêwîste em behsa Heval Hêlîn Amed jî bikin. Heval Hêvîroza û Heval Hêlîn Amed ji hev du pir hez dikirin. Hertim bi hev re digeriyan, bi hev re dikeniyan, bi hev re digiriyan. Navê wan, Dilê wan, Rêya wan YEK bû. Hêlîn, Hêvîroza bû; Hêvîroza Hêlîn bû. Dema mirovek qet wan nas nedikir li wan dinêriya; wan hezkirinek û hevalbendiyek xort diteyisand derve. 
 
Heval Hêlîn ji Amedê bû. Nîv Kurmanc, nîv Zaza bû. Dema me li wargeha sabotajê hev naskir min jê pirsî: “Tu ji kîdera Amedê yî?”
 
Got: “Tevlîhev e. Dayik Zaza ye, bav Kurmanc e.”
 
Min got: “Tu her du zarawayan jî dizanî?”
 
Got: “Kurmancî baş e. Lê Zazakî pir nizanim.”
 
Îcar min dest bi Zazakî kir. Heta cihekî em çûn. Lê jê şûnde got: “Zazakiya min heta vêderê ye.” Min got: Tamam. Tişt nabe.” Heval Hêlîn di şahiyan de hertim sabîd yek stran digot. Ew jî strana ‘Ez To Re’ ya Zazakî bû. Wê stranê min jî dizanî. Beriya dewre destpêbike û beriya ez Heval Hêlîn naskim min du-sê caran di wargehê de got. Lê piştî ku min ew stran ji Heval Hêlîn guhdar kir, êdî cihê ku Heval  Hêlîn lê bû min ew stran nedigot. Hem ji ber ku wê xweştir digot hem jî ji bo rêzdarî min nedigot. Lê helbet min stranên cuda cuda yên Zazakî distra. 
 
Di pratîkê de hem bi Heval Hêlîn re hem jî bi Heval Hêvîroza re min gelek caran û gelek cihan kar meşandiye. Yek ji wan cihan jî Çiyayê Kizwana û Rawiya bû. Li Çiyayê Kizwana di Tabura Îza’ê de ez û her du heval, me 2 rojan kar kir. Roja destpêkê me piştî nîvro saat 2’yan destpêkir heta 5’ê êvarî karkir. Roja din me ji 7’ê sibê heta 5’ê êvarî karkir. Di nava rojek û nîv de me bi giştî 106 mayin danî. Ji wan, 6 mayin ê kumanda bû. Em sê kes bûn; lê ji ber me bi hev re bi aheng karê xwe meşand, me di demekî kin de ewqas mayin veda. Roja destpêkê çeteyan em ferq kirin û dest bi êrîşê kirin. Ji neçarî me 13 mayin li serê gir hişt û em ber bi taburê ve çûn. 
 
Roja dawiyê Heval Hêvîroza û Heval Hêlîn ji min re gotin: “Tu hevalan bigre biçe li ser wî girî ji bo mayinan cihek guncav bibîne. Em ê jî heta jêrê biçin keşif bikin, çend mayin daynin û werin bigihêjin te.” 
 
Min got: “Heval hûn her du jî sabotajvan in. Her du tenê ne rast e. Çend hevalên taburê jî bigrin ji bo ewlehiyê baştir e. Destê we de mayin jî heye. Barê we giran e, êrîşek çêbe hûn ê zehmetî bikşînin.”
 
Her du hevalan bi hev re got: “Tu me hîn nas nakî H.Guven. Em weke cinan e. Em ê biçin çeteyan di mala wan de biteqînin. Meraq neke. Em ba hev bin ti kes nikare me.” (keniyan)
 
Min got: “Peh peh… Mala minê Erzincan. Pesnê xwe pir nedin. Ma hûn Sêhrbaz in we nebînin. Welle ez nizanim; eger dengek ji aliyê we ve were ez direkt dibezim wir. Dengê we be, yê mermiyan be, yê teqînê be, ferq nake.” 
 
Gotin: “Yaw na na… Çi bibe jî neyên wir. Meraq nekin. Beriya hûn biçin ser gir em ê bigihêjin we.”
 
Min got: “Erê erê. Min jî bawer kir. Ma hûn Şirnexî ne ewqas zirtê xwe didin? Yek ji Amedê ye. Yek jî ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Lê mirov dibêje qey we nanê Şirnexiyan xwariye. Pir pesnê xwe nedin, nebaş e. Paşê hûn nehetikin baş e.” (keniyam)
 
Ew jî tê ra xwe keniyan û Heval Hêvîroza got: “Maşallah. Em ê bibînin. Tamam Görüşürüz. (Em ê hev bibinin)” 
 
Kîna wan li hember dijmin gelekî bilind bû. Her du bi hev re çûn, heta ber pozê dijmin çûn. li wir şikeftekî tespît kirin. Bê tirs her du jî dikevin hûndirê şikeftê. Hemû alavên çeteyan tê de ye; lêbelê kesî di şikeftê de nabînin. Ew jî di navbera xwe de planek çêdikin û hem di şikeftê de hem jî li ber deriyê şikeftê mayinan datînin. Dema karê xwe xelas dikin vedigerin ba me. 
 
Ewroj me karê xwe xelas kir û em vegeriyan navendê. Piştî çend rojan min hevalekî ji taburê li Hesekê dît. Min pirsa mayinan jê kir. Li gor gotina wî sê-çar mayin teqiyan e û hejmarek çete mirin e. Yek ji wan mayina jî mayina Heval Hêvîroza û Heval Hêlîn bû ku li ber şikefta wan danîbû. Bi rastî jî ji bo karek wisa cesaret pêwîst e. Ew wêrekiya wan jî hertim xwe dida der. 
 
Wekî din min bi Heval Hêlîn re li Rawiya kar kiriye. Rawiya girêdayî Serêkaniyê ye û ji bo çeteyan cihekî pir girîng e. Ji ber stratejîkbûna wê herêmê, çeteyan derdora Rawiya nêzî kilometreyek mayinên antî-tank çandibûn. Derdora gund giştî du rêz gerandibûn. Roja destpêkê me nêzî 500 mayinên anti-tank derxist. Em dîsa sê heval bûn. Lê wê carê şuna Heval Hêvîroza hevalek xort hatibû. 
 
 
Heval Hêlîn got: “Ev cara diduyan e em bi hev re kar dikin, ne?”
 
Min got: “Rast e. Dema ez, tu û Heval Hêvîroza bi hev re kar dikin pir xweş derbas dibe. Em gelekî serkeftî kar dikin. Lê dîsa jî divê em dîqat bikin û quralan pêk bînin. Antî-tank cuda ye. Dibe ku di wan de jî xefik (tuzak) hebe.”
 
Got: “Rast e. Di fûnye de  û di binê wan de dibe ku xefik hebe. Dema radikin dîqat bikin.”
 
Me 3 rojan li wir kar kir û hezarî zêdetir anti-tank me rakir û bêbandor kir. Mayinên bi destan hatî çêkirin jî hebûn; lê ji ber ku kevin bibûn me hemûyan di cihekî de komkir û teqand. Xeteriya mayinên kevin heye. Kengê biteqe nediyar e. Me mayinan dibir depoyê. Demsal havîn bû û pir germ bû. Laşê min qet nayê germahiyê. Îcar min ne normal xwêdan dida. Ez di hûndirê maşînê de bûm û min mayinan dida dest Heval Hêlîn. Hindik mabû ji germa fetisim. Êdî min nedikarî nefes bistînim. Lê min şerm dikir ji Heval Hêlin re bêjim. Herî dawî min dît ku nabe, min got: “yaw Heval Hêlîn, tu dikarî werî şuna min. Ez di vir de beicîm, kêmek din biçe ez ê jiyana xwe ji dest bidim.”
 
Dema min wisa got keniya û got: “Yaw tu eyb dikî. Çawa nayêm. Ma te çima destpêkê negot?
 
Min nekarî bêjim ‘Min şermkir’; lê min got: “Min xwest heta dawiyê berxwe bidim ka hele îradeya min têra heta kîderê dike.”
 
Piştî ku dewreya me dawî dibe şûnde Heval Hêlîn pêşniyara çûyîna pratîkê dike, lê nayê qabûl kirin. Çend caran dîsa bi israr serhev pêşniyar dike û dawiyê de tê qebul kirin û li ser vê, Heval Hêlîn hat yêkineya me.
 
Heval Hêlîn di wargeha sabotajê de mamosteyê me bû. Cihê pêwîst komîsyon û mamoste bû, cihê pêwîst jî şagirtek guhdar bû. Lê herdem rêhevalek hêja û xwedî vînek xurt bû. Ji Heval Hêlîn zêdetir min bi Heval Hêvîroza re kar kir. Lewma herçiqas ez Heval Hêvîroza baştir nas bikim jî, ji ber ku rihê Heval Hêvîroza û Heval Hêlîn yek bû; ez dikarim bêjim ku pêwîst nake ku Heval Hêlîn baş nas bikim. Yê Heval Hêvîroza nas bike, Heval Hêlîn jî nas dike. Yê Heval Hêlîn nas dike, Heval Hêvîroza jî nas dike.
 
Dema ez birîndar bûm jî Heval Hêvîroza li ba min bû. Ji bo min gelekî xemgîn bibû. Çawa dengê teqînê dibihîze hema dide nava arazî û tê cihê ez lê me. Dema hat ez birîndar li erdê bûm, di navbera me de nîqaşek derket. Lê helbet beriya wê nîqaşek hişk di navbera Heval Hêvîroza û Heval Tirêj de li ser derinca (merdîvena) derdikeve. 
 
Heval Tirêj naxwaze H. Hêvîroza were min di rewşa birîndariyê de bibîne. Lê Heval Hêvîroza israr dike. Herî dawî H. Hêvîroza tê hûndir. Dema hat û wisa min dît zer bû. Lê nexwest diyar bike. Îcar ez acizbûm û di wî halê birîndar de min jê re got: “Kê ji te re got were hûndir? Tu çima tê? Yaw tu çiqas kuralsız î.” Dema min wisa got, bi zorê xwe girt, da ku negrî. Tenê ev got: “Tamam H. Guven hareket neke. Wê heval werin te bibin nexweşxanê.” Xwest bêje, ‘Berxwe bide’; lê negot. Herhal nexwest ez bandor bibim. Jixwe piştî wê ez ser hişê xwe çûm. Êdî herî dawî min çavê xwe li nexweşxanê vekir.
 
Piştî du rojan Heval Hêvîroza û Heval Tirêj, karê xwe dewrî hevalên din kirin û hatin ba min. Heval Hêvîroza bi xemgînî ez hembêz kirim. Me hinek gotûbêj kir. Dixwestin moral bidin min. Bi rastî jî girêdanbûna hevaltiyê di wan hevalan de mirov didît. Taybet Heval Hêvîroza. Her cara ku dihat ba min, hembêz dikir, maç dikir. Dema xatir dixwest jî wisa..
 
Herî dawî hat ba min û got: “Ev hatina min ya dawiyê ye. Ez diçim. Partî min dişîne karekî din, cihekî din. Dibe ku em êdî hevdû nebînin. Heke qusurek me hebe efûke. Moralê xwe bilind bigre. Xwe baş binêre, da ku tu zû sax bibî.”
Min got: “Ma tu diçî kîderê?”
 
Got: “Nediyar e. Lê ez dizanim ku em cardin hevdû nabînin. Pir zehmet e… Tenduristiya xwe dîqat bike.”
 
Min got: “Ma tişta bûyî bûye. Ne ez; hûn dîqat bikin, da ku hûn jî nekevin rewşa min.” (Keniya)
 
Wekî ku li Çiyayê Kizwana gotî, dîsa heman tiştî got: “Meraq neke. Tiştek bi me nayê. Em weke cinan e.”
 
Min got: “Dîsa wek Şirnexiyan pesnê xwe nede. Mezinan çi gotiye? Gotiye: “Ava bîra, bi tedbîra. Tedbîrê xwe bigrin herdem. Baş e.”
 
Got: “Tamam heval. Lê me meraq neke. Tu li başbûna xwe binêre.”
Heval Hêvîroza herî dawî dîsa min hembêz kir, maç kir û xatir xwest. Me carek din hevdû nedît. Piştî Heval Hêvîroza çû, nêzî mehek şûnde Heval Hêlîn li Şedadê şehîd ket. Meha sibatê bû. Heval Hêvîroza jî li ser şehadeta Heval Hêlîn navê xwe dike Hêlîn. Li ser şehadeta Heval Hêlîn Amed re salek derbas bibû ku me dîsa meha sibatê de vê carê şehadeta Heval Hêvîroza bihîst. 
 
 
Her du heval jî salek li peyhev di meha sibatê de şehîd dikevin.
 
Navê dayika her du hevalan jî Remziye ye. Beriya şehadetê her carê navê dayikên xwe digotin; lê ji ber ku me dizanî navê dayikên wan herduyan jî Remziye ye, me fêm nedikir çima wisa dibêjin. Digotin: “Remzooo, Remzo. Ax Remzo.” Min nedizanî çima wisa dibêjin. Min ne dipirsî jî. Min digot qey şîfreyek di navbera wan de ye. Carnan jî digotin: “Mala te xerab nebe Remzo.. Ax dayê dayê,, Te çima em anîn Dinyayê..”
 
Gelek caran dema her du heval bi hev re rûdiniştin bi devkenî wisa digotin. Lê min qet nedizanî ‘Remzo’ kîye. Heta ku şehîd bikevin û heta ku nasnameya wan were eşkerekirin. Min dît ku navê dayika wan Remziye ye. Lê helbet dayika wan Remziye, dayika hemû hevalan e. 
 
Di kesayeta van hevalan de ku giyana xwe (rihê xwe) kiribûn yek, ez li hember hemû şehidan bejna xwe ditewînim. 
 
Giyana Hemû Pakrewanên Vê Dozê Şad Be…
 
Bi hezkirina hevaltî..
 
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Gûven Erzîngan

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022